Trump pêşniyaza Tehranê ya ji bo bidawîkirina şer red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, bijardeya serbazî ya ji bo armancgirtina serkirdeyên Îranî hîn jî di rojevê de ye û Serok Trump pêşniyaza nû ya Tehranê red kir.
Ajansa "Reuters" ji zarê berpirsekî Amerîkî ragihand, her çend êrîşeke bejayî ya mezin niha wekî bijardeyeke dûr tê dîtin, lê "bijardeyên din ji bo hedefgirtina serkirdeyên Îranê" hîn jî li ser masê ne.
Li gorî raportên "New York Times" û "Axios" jî, Îranê pêşniyazeke nû pêşkêş kiribû da ku Tengava Hurmuzê vebike û şer bidawî bibe, bi şertê ku danûstandinên atomî werin paşxistin. Lê belê, hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ev pêşniyaz red kiriye.
Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" nivîsand: "Îranî di rewşeke hilweşînê de ne û dixwazin kêşeya serkirdayetiya xwe çareser bikin." Herwiha piştrast kir, Tehranê daxwaza vekirina Tengava Hurmuzê kiriye.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt ragihand, Trump di helwesta xwe de pir aşkere ye: "Em ê ti carî rê nedin Îran bibe xwediyê çekê atomî û em ti rêkeftineke xerab a ku asayîşa neteweyî ya Amerîkayê nexîne pêşiyê, îmze nakin."
Tora "CNN" belav kir, Pakistan (wekî navbeynkar) çaverê dike ku di nava çend rojan de pêşniyazeke nû û guhertî ji Îranê werbigire, piştî ku ya yekem ji aliyê Trump ve hat redkirin. Niha saziyên îstîxbaratî yên Amerîkayê lêkolîn dikin, ka Îran dê çawa bersivê bide daxuyaniya Trump a derbarê "serkeftina yekalî" ya Amerîkayê de.