Eşîra Goyan ji bo hêsankirina zewaca ciwanan çend biryarên nû derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji eşîrên herî mezin ên Şirnexê, eşîra Goyan, bi mebesta kêmkirina lêçûnên zewacê û rakirina barê giran ê li ser milê ciwanan, 21 biryarên nû wergirtin. Li gorî biryaran, êdî birê zêr û celebê şahiyan hatine sînorkirin.
Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, êdî merasîmên zewacê mîna berê nabe. Di civîneke berfireh de ku şaredar, muxtar û rûspiyên eşîra Goyan tê de amade bûn, ji bo hêsankirina zewaca ciwanan "reforma zewacê" hat ragihandin. Rûspiyên eşîrê diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde, ciwan nikarin bizewicin, lewma guherandina dab û nerîtên giran bûye neçarî.
Biryarên sereke yên Eşîra Goyan:
Di civînê de 21 xalên nû hatin pejirandin, ku yên herî giring ev in:
- Zava tenê pabend dibe ku 70 gram zêr ji bo bûkê bikire û nabe ji vê birê derbas bibe.
- Di merasîma nîşan û mehrbirîn de, tenê "elqeyek" pêşkêşî bûkê tê kirin û hewcedarî bi zêrên zêdetir nîn e.
- Di dema xwestina keçê û nîşanê de, danîna steyj û anîna "DJ" hat qedexekirin. Ev merasîm dê sade bin û nabe werin veguherandin şahiyên mezin ên mîna dawetan.
- Kontrola bihayê holan, bihayê holên dawetê û komên muzîkê bi awayekî sabît hatin diyarkirin, daku zêdegavî neyên kirin.
- Biryar hat dayîn ku nabe ti kelûpel an cilûbergên dawetê ji dervayî parêzgeha Şirnexê werin kirîn, daku bazara bajêr geş bibe.
Rûspiyên Goyan dan xuyakirin ku armanca van 21 biryaran ew e ku rê li ber ciwanan vekin, daku dema dikevin nav "qefesa zêrîn", rastî kêşeyên madî û deynên giran neyên. Bi vê gavê, eşîra Goyan dixwaze bibe mînak ji bo herêmên din daku çanda zewacê vegere ser sadebûn û hêsankariyê.