Tulay Hatîmogullari: Rawestandina pêvajoyê destê dijberên aştiyê xurt dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari rexne li helwesta hikûmeta Tirkiyeyê girt û diyar kir, ji ber gavên neyên avêtin, pêvajoya aştiyê gihîştiye asta rawestanê. Hatîmogulları bang kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê gavên hiqûqî werin avêtin.

Hatîmogullari duh 28ê Nîsanê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Hatîmogullari bal kişand ser xitimandina pêvajoya aştiyê û hişyarî da desthilatê ku ev rewş tenê xizmeta aliyên li dijî aştiyê dike.

Hatîmogullari destnîşan kir, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" rêyeke nû li ber Tirkiyeyê vekiriye, lê hikûmet bi helwesteke "tirsonek" pêvajoyê bi derengî dixîne. Herwiha got: "Heke gav neyên avêtin, destê kesên dijî aştiyê ne xurt dibe. Desthilat dev ji tespîtan berde û ji bo çêkirina qanûnan gavan biavêje. Çêkirina qanûnan dê bibe bingeha Komareke Demokratîk."

‘PKKê têkoşîna çekdarî bidawî kir, hûn li benda çi ne?’

Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir, bi banga Abdullah Ocalan re, PKKê têkoşîna çekdarî bidawî kiriye û dixwaze tev li siyaseta demokratîk bibe. Hatîmogulları pirsî: "Bi salan gotin bila çekan berdin û tev li siyaseta demokratîk bibin. Niha gelo li benda çi ne? Fersendeke dîrokî li pêşiya me ye û nabe ev fersend were berhewakirin." 

Hatîmogullari tekez kir ku aştî ji bo wan, ne mijara bazarê, lê mijara rûmetê ye.