Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Elî Zeydî û hikûmeta nû ya Iraqê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnertiya dîplomatîk a Amerîkayê li Iraqê, piştgiriya welatê xwe ji bo Elî Zeydî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye raspartin, nîşan da.
Nûnertiya Amerîkayê îro 29ê Nîsanê bi rêya peyamekê li ser tora civakî "X" ragihand: "Amerîka piştgiriya hewildanên Zeydî dike ji bo pêkanîna hikûmeteke ku bikaribe hêviyên gelê Iraqê yên ji bo pêşerojeke geş û aram bi cih bîne."
Herwiha diyar kir jî, Washington bi gelê Iraqê re hevsoz e û ji bo gihîştina bi armancên hevbeş pabend e.
Nûnertiya Amerîkayê destnîşan kir, parastina serweriya Iraqê, bihêzkirina ewlehiyê, dûrxistina metirsiya terorê û avakirina aboriyeke xurt, divê ji karên herî pêşîn ên qonaxa nû bin.
Washingtonê hêvî xwest ku ev gav bibe sedema destkeftiyên berçav û berjewendiyên hevbeş ji bo her du gelên Amerîka û Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 27ê Nîsanê ragihandibû, ji ber nebûna lihevkirinê di navbera hêzên Çarçoveya Hevahengiyê de, wî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî li ser kandîdkirina Elî Zeydî li hev kiriye.
Herwiha hat zanîn, ev pêşniyaza Sûdanî û Malîkî ya ji bo berbijarkirina Elî Zeydî, paşê di nava hemû aliyên Çarçoveya Hevahengiyê de bi komdengî hatiye pejirandin.