Pasdarên Îranê hişyarî da Amerîkayê: Em ê keştiyên we yên firokehilgir bişewitînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, heke Amerîka careke din êrîşî wan bike, ew ê amûr û çekên xwe yên nû û pêşketî bi kar bînin.
Alîkarê Karûbarên Siyasî di Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê de Mihemed Ekberzade di gotarekê de hişyariyên tund dan Washingtonê û got: "Heke Amerîka careke din destdirêjiyê li ser Îranê bike, hêzên deryayî yên Pasdaran vê carê dê şiyanên xwe yên nû bi kar bînin."
Ekberzade herwiha tekez kir, Supaya Pasdaran xwedî şiyanên nû ne di warê tespîtkirina armancan de ku dikarin "keştiyên firokehilgirên mezin bişewitînin û wan ji kar bixin."
Wî berpirsê Sopaya Pasdaran diyar kir, heke êrîşên Amerîkayê dubare bibin, Tehran dê li eniyên cuda yên berevaniyê, serî li amûrên din ên hêzê bide.
Di 28ê Sibata 2026an de Amerîka û Îsraîlê êrîşî Îranê kir û rêberê welat û çendîn berpirsên pilebilind kuştin. Piştre Îranê bi mûşek û dronan baregehên Amerîka û Îsraîlê bombebaran kir û paşê Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganî girt.
Ev pevçûn 39 rojan dom kir û bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn. Piştre Amerîkayê dorpêç danî ser benderên Îranê û rê li ber çûnûhatina keştiyên bazirganî yên Tehranê girt, ku ji ber vê yekê nikarin petrolê hinardeyî bazaran bikin."