Êrîşeke çekdarî li ser polîsê Îranê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê, di encama êrîşeke çekdarî li ser navendeke polîsan de, polîsek hat kuştin û sê polîsên din jî birîndar bûn.
Fermandariya Polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê ragihand, îro 29ê Nîsanê çekdarên nenas êrîşî mefrezeyeke polîsan kiriye. Êrîş di dema ku polîs mijûlî erkê xwe yê parastina ewlehiya bajêr bûn de qewimiye.
Li gorî daxuyaniya polîsan, di vê êrîşê de polîsê bi navê Mihemedreza Nîzamdost jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat diyarkirin ku sê polîsên din jî birîndar bûne û ji bo dermankirinê hatine veguhastin nexweşxaneyê.
Da xuyakirin jî, ji bo girtina êrîşkaran operasyoneke berfireh a lêgerîn û şopandinê dest pê kiriye.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûr-rojhilatê Îranê ye û bajarê Zahîdanê navenda wê parêzgehê ye. Ev herêm ji ber sînorên xwe yên ligel Pakistan û Afxanistanê û hebûna komên çekdar ên li dijî hikûmeta Îranê, her tim bi rageşî û aloziyan tê naskirin. Di salên dawî de gelek caran hêzên ewlehiyê yên Îranê li vê deverê dibin armanca êrîşên bi vî rengî.