Mehmet Kamaç: Meha Gulanê dê ji bo Pêvajoya Aştiyê bibe qonaxeke nû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç ragihand, meha Gulanê dê ji bo pêvajoya aştiyê bibe warçerxaneke giring û tê payîn ku li parlamentoyê gavên yasayî werin avêtin, daku kadroyên PKKê vegerin ser karê siyasî û dawî li tecrîd û qeyûman were.

Parlamenterê Partiya Yekselî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç îro 29ê Nîsanê derbarê pêşeroja "pêvajoya çareseriyê" de destnîşan kir, li gorî raporên pêşkêşî parlamentoyê hatine kirin, meha Gulanê dê bibe qonaxa gavên pratîkî û guhertinên yasayî.

Mehmet Kamaç ragihand, piştî biryara çekdanînê ya PKKê, niha berpirsiyarî li ser milê hikûmetê ye daku zemîna yasayî ji bo vegera kadroyan a nava jiyana siyasî û sivîl amade bike. 

Kamaç herwiha got: "Pêdivî heye ku hikûmet dawî li daxwaza neyasayî ya qeyûman û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bîne. Derengketina van gavan, dibe sedema bêbaweriyê, lewma divê di vê mehê de girtiyên siyasî werin azadkirin."

Hat ragihandin ku şandeyeke bilind a DEM Partiyê dê li Enqereyê dest bi rêzehevdîtinan bike. Armanca van hevdîtinan lezkirina pêvajoyê û dabînkirina piştgiriya yasayî ye, daku aştî û demokrasî bi awayekî mayînde werin çespandin.

Pêvajoya nû ya aştiyê di Cotmeha 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribû, dema ku wî bang li Abdullah Ocalan kiribû daku bangawaziya hilweşandina PKKê bike.

Di destpêka sala 2025an de, PKKê bi fermî agirbest ragihand û piştre biryara çekdanînê da. Li Parlamentoya Tirkiyeyê jî komîsyoneke taybet bi navê "Komîsyona Yekrêziya Niştimanî, Birayetiye û Demokrasiyê" ji bo birêvebirina vê pêvajoyê hat avakirin.