Serok Barzanî: Rojnameya "Teaxî" ji bo gihandina dengê Kurd ji raya giştî re, wekî pirekê bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 59emîn salvegera derçûna yekemîn jimara rojnameya "Teaxî", peyameke pîrozbahiyê belav kir û bal kişand ser rola dîrokî ya vê rojnameyê di gihandina dengê gelê Kurdistanê de.

Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Nîsana 2026an, peyameke pîrozbahiyê ji bo karmend û nivîskarên rojnameya "Teaxî" weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin ku "Teaxî" di nava 59 salên borî de wekî sîwaneke giring a ramanî û siyasî kar kiriye.

Serok Barzanî diyar kir, rojnameya "Teaxî" di nava dehsalên borî de, ji bo nîşandana rewayetiya doza gelê Kurdistanê platformeke diyar bûye. Herwiha tekez kir, ev rojname wekî pirekê bûye daku dengê Kurd bigihîne raya giştî ya Iraqî û Erebî.

Di peyama Serok Barzanî de hat xuyakirin ku "Teaxî" her tim rûpelên xwe ji bo nivîskar û ronakbîran vekirî hiştine û di qonaxên dijwar û cuda de, bûye qada diyaloga azad û derbirîna berpirsyarane.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam ji bo rojnameyê xwast û daxwaz kir ku "Teaxî" wekî dengekî azad û berpirsyar di xizmeta Kurdistan û Iraqê de bimîne û bibe parêzvana nirxên dadperwerî, pêkvejiyan û aştiyê.