Nêçîrvan Barzanî serdana Îmaratê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 29ê Nîsanê serdana Ebû Dhabî, paytexta Îmaratê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro Çarşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 29ê Nîsana 2026an, bi serdaneke fermî berê xwe dide paytexta Îmaratê Ebû Dhabî. 

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê di serdana xwe de ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nihiyan, têkilî û hevkariya hevbeş a Îmaratê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj bikin.