Konsulê Giştî yê Çînê: Kurdistan24 saziyeke medyayî ya nimûneyî û pêbawer e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê serdana navenda Saziya Kurdistan24ê kir. Konsul diyar kir ku ew Kurdistan24ê, wekî dezgeheke medyayî ya "pêbawer" dibînin û ew dixwazin hevahengiya navbera her du aliyan berfirehtir bikin.

Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun, îro 29ê Nîsana 2026an serdana baregeha sereke ya Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Şaho Teyib ve pêşwazî lê hate kirin.

Di hevdîtinê de, Konsul Liu Jun ji ber destpêkirina erkê nû pîrozbahî li Rêveberê Kurdistan24ê kir û serkeftin jê re xwAst. Herwiha destnîşan kir ku Kurdistan24 dezgeheke medyayî ya "cihê baweriyê" ye û ew bi giringî li kar û xebatên wê dinêrin.

Konsulê Çînê bal kişand ser asta bilind a hevahengiya di navbera konsulxaneya wan û Kurdistan24ê de û ew wekî "nimûneyî" pênase kir. Herwiha da zanîn ku ew bi xwe jî gotarên xwe di malpera Kurdistan24ê de parve dike. Herwiha behsa serdanên tîmên Kurdistan24ê yên bo welatê Çînê kir û pesnê wan berhemên medyayî da ku ji bo naskirina çanda Çînî hatine amadekirin.

Liu Jun spasiya siyaseta weşana Kurdistan24ê kir ku di warê nûçeyên li ser Çînê de, pabendî prensîpên rojnamevaniyê ne û nekevine bin bandora wan medyayên biyanî ku nûçeyên "çewaşekarane" belav dikin.

Biryar e roja Înê hevpeyvîneke taybet a Konsulê Giştî yê Çînê di ekrana Kurdistan24ê de were weşandin. Di vê hevpeyvînê de dê mijarên giring ên wekî, têkiliyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê, stratejiya nû ya Çînê li navçeyê, bandora şer û guherînên siyasî yên dawî û nêrîna dewleta Çînê li ser pirsa Kurd, werin nîqaşkirin.

Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê jî spasiya konsulê Çînê kir ji bo serdanê û amadehiya saziyê ji bo her cure hevahengî û hevkariya di warê medyayî û çandî de nîşan da.