Parlamentera PDKê: Baykota me ne ji bo postan e û ji bo vegerê mercên me hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf ragihand, PDK ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê baykota rûniştinên Parlamentoya Iraqê kiriye û vegera wan, bi cîbicîkirina hinek mercan ve girêdayî ye.

Endama Komîteya Navendî ya PDKê û parlamentera fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf îro 29ê Nîsana 2026an beşdarî geşta nûçeyan a Kurdistan24ê bû û hûrgiliyên helwesta partiya xwe derbarê pêvajoya siyasî ya li Bexdayê eşkere kirin.

‘Baykot peyameke demokratîk e, ne vekişîn e’

Caf diyar kir, biryara PDKê ya ji bo bangkirina wezîr û parlamenterên xwe bo Herêma Kurdistanê, "baykotek demkî" e û nayê wateya vekişîna ji pêvajoya siyasî. 

Herwiha got: "Ev kiryarekî demokratîk e. Me li hemberî binpêkirinên destûrî, yasayî û binpêkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê ev helwest nîşan daye. Armanca me parastina sê prensîpên sereke ne: Hevparî, Havisengî û Sazan (lihevkirin)."

Mercên vegera bo Bexdayê

Derbarê vegera bo parlamentoyê de, Caf destnîşan kir ku PDKê komîsyonek ava kiriye daku raportekê li ser hemû binpêkirinan amade bike û got: "Piştî amadebûna raportê, em ê ligel serkirdeyên hêzên siyasî yên Iraqê danûstandinan bikin. Vegera me bi garantîkirina mafên destûrî yên pêkhateyan û rastkirina pêvajoya siyasî ve girêdayî ye."

‘Kêşeya Me ne Posta Serokkomariyê ye’

Eşwaq Caf ew nûçeyên ku digotin PDK ji ber posta serokkomariyê baykot kiriye, red kirin û wiha axivî: "Kêşeya me ne ew e ka kî dibe serokkomar. Nerazîtiya me li ser şêwazê hilbijartinê ye. Malê Şîe kandîdê serokwezîrtiyê, malê Sune jî kandîdê serokatiya parlamentoyê diyar kirin; lê nabe aliyên din destwerdanê di diyarkirina kandîdê Cîgirê Serokê Parlamentoyê yê Kurdan de bikin."

Kurd 4 wezaretan digirin: PDK daxwaza Wezareta Derve dike

Li ser dabeşkirina postên wezaretan di kabîneya nû de, Caf diyar kir ku li gorî hejmara kursiyan para Kurdan 4 wezaret in û divê yek ji wan "wezareta serwerî" (siyadî) be. 

Herwiha tekez kir ku PDK daxwaza Wezareta Derve dike û sedema wê wiha şirove kir: "Wezîrên PDKê di raboriyê de di vê wezaretê de roleke pir serkeftî lîstine. Wan karîbû Iraqê ji dabirînê rizgar bikin û vegerînin ser nexşeya dîplomasiya cîhanê."

Eşwaq Caf di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya parastina şer'iyeta pêvajoya siyasî û got ku kêşeya wan ji postan mezintir e; ew dixwazin bingeha "hevpariya rastîn" a di navbera Kurd, Sune û Şîe de biparêzin.