Axios: Amerîkayê plana dirêjkirina dorpêça li ser Îranê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîneke girtî de ligel rêveberên kompaniyên mezin ên petrol û gazê yên welatê xwe, mijara dirêjkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê ji bo çend mehên din nîqaş kir. Îdareya Trump bizavê dike stratejiyekê peyda bike ku tê de zextên li ser Tehranê berdewam bin û di eynî demê de bandorên giranbûna nirxê sotemeniyê li ser bikarînerên Amerîkayî bê kêmkirin.
Li gorî zanyarên malpera “Axios”ê, duhî (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) li Koçka Spî civînek di navbera Trump û serokên kompaniyên enerjiyê de hatiye kirin û Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û şêwirmendên nêzî Trump wekî Jared Kushner û Steve Witkoff tê de amade bûbûn. Ji aliyê kompaniyên enerjiyê jî ve, Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya “Chevron”ê Mike Wirth amade bûbû.
Berpirsekî Koçka Spî ji “Axios”ê re ragihandiye ku armanca wê civînê wergirtina pêşniyarên kompaniyan bûye, daku bizanibin ka dê çawa bikarin dorpêça li ser Îranê û Tengava Hurmizê ji bo gelek mehên din dirêj bikin heke pêdivî bike. Ev di demekê de ye ku girtina Tengava Hurmizê, ku çarêka petrola cîhanê di wê derê re derbaz dibe, nirxên wê gihandine asteke pîvankî.
Trump û Komarî ji encamên siyasî yên bilindbûna nirxê benzînê di hundirê Amerîkayê de nîgeran in, ku niha gihîştiye 4.23 dolaran ji bo her gallonekê; ku ji piştî sala 2022ê ev bilindtirîn ast e. Tevî ku Koçka Spî hêsankariyên qanûnî ji bo veguhastina petrolê kirine, lê vebijarkên wê ji bo kontrolkirina sûkê sînordar in.
Lengkirina şandina petrolê ji Rojhilata Navîn ji aliyekê ve xeter ji bo aboriya cîhanê çê kiriye, lê ji aliyê din ve bazareke mezin ji bo petrol û gazên xwezayî yên Amerîkayê peyda kiriye, daku cihê enerjiya deverê bigire. Di wê civînê de behsa zêdekirina berhemanîna navxweyî, pêşhatên Venezuelayê û paşeroja veguhastina deryayî jî hat kirin.
Her îro nirxê bermîleke petrola xav a Brent ji bo peymanên meha Hezîranê bi rêjeya 5.16% bilind bû û gihîşt 117 dolaran, ku ev asteke pêşeng e di vê mehê de. Herwesa petrola Teksasê ya Amerîkayî (WTI) bi eynî arasteyê gav avêt û nirxê wê bi rêjeya 4.85% zêde bû; bi vî awayî jî nirxê her bermîlekê gihîşt 104.78 dolaran.