Kremlin: Putin û Trump 90 deqîqeyan bi telefonê axivîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkarê Serokê Rûsyayê eşkere kir ku Serokê Rûsyayê û Serokê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî ya "dostane û pir eşkere" de, ku zêdetir ji 90 deqîqeyan dom kir, nexşeya paşeroja şerên Îran û Ukraynayê nîqaş kir.
Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuri Ushakov îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump demeke dirêj li ser telefonê axivîn, ku zêdetir ji saetek û nîvan dom kir.
Yuri Yshakov amaje bi wê yekê jî daye ku Putin li ser rewşa Rojhilata Navîn biryara Trump a ji bo dirêjkirina agirbesta ligel Îranê wekî pêngaveke rast û durist bi nav kiriye, daku derfet ji dîplomasiyê re bê dayîn. Lê Ushakov tekez kir ku Putin hişyariyeke pir cidî jî daye.
Serokê Rûsyayê ji Trump re gotiye ku kirina operasyoneke bejayî di nav axa Îranê de "bi temamî neaqilane û xeter e"; herwiha gotiye: "Penabirina ji bo hêza leşkerî dê encamên wêranker hebin, ne tenê ji bo Îranê û cîranên wê, belkî ji bo temamiya civaka navneteweyî jî." Herwesa Putin pêşniyara xwe ji bo çareserkirina pirsa atomî ya Tehranê pêşkêş kiriye.
Ushakov li ser pirsa Ukraynayê amaje bi wê kir ku Donald Trump bawer dike ku lihevkirina dawiyê ji bo bidawîkirina vî şerî "pir nêzîk e". Putin rewşa eniyên şer ji Trump re behs kiriye û ragihandiye ku pêşengiya stratejîk di destê Rûsyayê de ye; herwesa Putin li ser daxwaza Trump razî bû ku bi awayekî demkî êrîşên li ser xetên pêşiyê yên şer rawestîne.
Ushakov amareke fermî eşkere kir û got: "Ji destpêka sala 2025ê ve heta niha, Rûsyayê termên zêdetir ji 20 hezar serbazên Ukraynayê radestî welatê wan kirine, di beramber de Ukraynayê tenê 500 termên serbazên Rûsyayê vegerandine."
Alîkarê Putin tekez jî kir ku Rûsya wekî navbeynkareke çalak li ser peywendiyên xwe yên çir ligel Tehran, welatên Kendavê, Îsraîl û îdareya Trump berdewam e. Armanca Moskoyê dîtina rêçareyeke aştiyane ye, ku berjewendiya her kesî û aramiya cîhanî biparêze.
Her du serok hevnerîn bûn ku desthilatdarên Kîevê bi serokatiya Zelenskyy û bi paldana welatên Ewropayî mijûlî dirêjkirina şer in. Putin bi eşkereyî ji Trump re gotiye ku Ukrayna penayê dibe ber "tektîkên terorîstî" û armancên sivîl di nav Rûsyayê de dike armanc. Putin tekez kir ku armancên leşkerî yên Rûsyayê dê her pêk bên, lê pê baş e ku bi rêya danûstandinan be heke Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy aqilane tevbigere.
Herwesa got: Vladimir Putin di destpêka wê peywendiyê de hevxemiya xwe ji bo Trump nîşan daye, piştî êrîşa 25ê Nîsanê ya li hotêla "Washington Hilton"ê. Putin amaje bi wê kiriye ku ew rûdan tam di şeva beriya salvegera bûna Xanima Yekê Melaniayê de bûye. Serokê Rûsyayê bi tundî her tundûtûjiyeke siyasî şermezar kiriye û dilxweşiya xwe nîşan daye ku Trump û kesên li derdora wî bisilamet in.
Herwesa Putin roja bûna Xanima Yekê Melaniayê pîroz kir û pesna rola wê di bizavên mirovî de ji bo vegerandina zarokên Rûs û Ukraynayî ji bo cem malbatên wan da.