Trump navê Tengava Hurmizê kir "Tengava Trump"
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di gava herî dawî ya gurkirina rageşiya ligel Tehranê de, li ser hesabê xwe yê fermî navê Tengava Hurmizê guherand û kir "Tengava Trump". Ev gava Trump bi gefên pir tund ên serbazî re hevdem e.
Donald Trump wêneyek li ser tora civakî "Truth Social" parve kir ku tê de navê navneteweyî yê Tengava Hurmizê wekî "Tengava Trump" (Trump Strait) hatiya nîşandan. Trump ligel vî wêneyî gefên nû li Îranê xwarin.
Trump beriya vê postê jî wêneyek ku bi zîrekiya destçêkirî (AI) hatibû amadekirin parve kiribû. Di wêneyê de Trump çekek di dest de ye û li ser hatiye nivîsandin: "Êdî dema peyayê qenc nemaye". Trump di daxuyaniya xwe de got: "Îran nikare xwe kom bike. Ew nizanin ka dê çawa peymaneke neatomî îmze bikin. Baştir e ku zû aqilê xwe bînin serê xwe!"
Ev gef piştî wê yekê tên ku Trump hefteya borî serdana şandeya danûstandinkar a Amerîkayê ya bo Îslamabadê hilweşandibû. Trump tekez kir ku hemû kartên xurt di destê Washingtonê de ne û got: "Heke Îran dixwaze biaxive, divê ew bi xwe werin cem me."
Îranê berê pêşniyaz kiribû ku ew amade ne Tengava Hurmizê vekin, bi şertê ku Amerîka dorpêçên li ser benderên wan rake û şer bidawî bibe. Lê Trump ev pêşniyaz bi temamî red kir.
Ev aloziya siyasî û serbazî rasterast bandor li aboriya cîhanê kir û bihayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bû:
- WTI (Texas): Bi rêjeya %2.82 bilind bû û gihîşt 107.87 dolaran.
- Brent: Bi rêjeya %3 bilind bû û gihîşt 114.62 dolaran.
Di heman demê de, biryara Îmaratê ya ji bo vekişîna ji rêxistina OPECê, krîza enerjiyê kûrtir kir. Ev gava Îmaratê wekî metirsiyeke mezin li ser dabînkirina petrolê li ser asta cîhanê tê nirxandin û tirs xistiye dilê veberhêneran.