Li Siûdiyê hunermendekî Kurd beşdarî pêşangeha navdewletî ya hişyariya jîngehê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê karîkatûrîst ê Kurd Giriftar Kakeyî, wekî nûnerê hunera Kurdî beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Karîkatûrên Hişyariya Jîngehê li welatê Erebistana Siûdiyê dibe.
Hunermend Giriftar Kakeyî îro 30ê Nîsana 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna di vê pêşangeha giring a cîhanî de anî ziman. Kakeyî diyar kir, ev pêşangeh kombûna hunermendên herî navdar ên cîhanê ye daku bi rêya hunerê bala mirovan bikşînin ser parastina xwezayê.
Kakeyî destnîşan kir, cihgirtina hunermendekî Kurd di vê lîsteya cîhanî de serkeftinek ji bo hunera Kurdistanê ye û got: "Ev serkeftinek e ku îro dengê hunermendê Kurd li dervayî sînoran tê bihîstin. Karîkatûr zimanekî gerdûnî ye; bêyî peyvan dikare peyamên jîngehparêziyê bigihîne her kesî. Ez şanaz im ku dikarim di vê pêşangehê de nûnertiya Kurdistanê bikim."
Di pêşangehê de hunermend dê balê bikşînin ser kêşeyên mezin ên cîhanê yên wekî: qirêjiya keşûhewa û avê, jinavbirina daristanan, guherîna keşûhewayê, kêmkirina çavkaniyên siruştî û parastina ajalan. Pêşangeha Navdewletî ya Karîkatûrên Hişyariya Jîngehê dê di 2ê Gulana 2026an de bi beşdariya 70 hunermendên cîhanî li Erebistana Siûdiyê dest pê bike.
Giriftar Kakeyî Kî ye?
Giriftar Kakeyî di sala 1967an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Tevî ku ji ber siyasetên rejîma Beisê (ji ber ku nebûbû endamê partiyê) nehatibû qebûlkirin ku di Beşa Hunerên Bedew de bixwîne, lê wî ti carî dest ji hunerê berneda.
- Di sala 1991ê de çû Hewlêrê û li Wezareta Rewşenbîrî wekî karmend xebitî.
- Piştî sala 2003an vegeriya Kerkûkê.
- Ji sala 2015an û vir ve li welatê Almanyayê dijî.
Giriftar Kakeyî ne tenê di karîkatûr û nîgarkêşiyê de, lê di warê muzîkê de jî hunermendekî jêhatî ye. Ew bi profesyonelî amûrên bizq û ûdê dijene û heta niha ji bo çar stranan, awaz çêkirine ku sê ji wan ji bo zarokan in.