Waşintonê mezintirîn keştiya xwe ya balafirhilgir ji Rojhilata Navîn vekişand
Navenda Nûçeyan (K24) - Mezintirîn û pêşketîtirîn keştiya balafirhilgir a Amerîkayê "Gerald R. Ford" erkên xwe yên li Rojhilata Navîn bidawî anîn û ber bi peravên Amerîkayê ve bi rê ket.
Tora "ABC News"ê ya nûçeyan îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) ji zarê berpirsên pilebilind ên Amerîkayê eşkere kir ku mezintirîn û pêşketîtirîn keştiya balafirhilgir a wî welatî "Gerald R. Ford" ligel sê keştiyên şer ên wêranker bi navên Mahan, Winston Churchill û Bainbridge erkên xwe li devera Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bidawî anîn û niha ber bi bendera Norfolkê ya wîlayeta Vircînyayê ve bi rê ketiye.
Tora nûçeyan a navbirî amaje bi wê yekê jî da ku ev geşt bi dirêjahiya dema xwe tê cudakirin, ji ber ku keştiya balafirhilgir a "Gerald R. Ford"ê dirêjtirîn dema belavkirina serbazî di dîroka balafirhilgirên Amerîkayê de piştî şerê Vietnamê tomar kiriye.
Li gorî zanyaran, ev balafirhilgira zebelah, ku wekî "keleha seravketî" tê binavkirin, ji Ewropayê ber bi Deryaya Karîbiyê û paşê ji bo Deryaya Navîn dest bi livînê kiriye. Li wê derê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hatiye bikaranîn û du caran jî ketiye nav avên Deryaya Sor.
Di wê raportê de hatiye ronîkirin jî ku hebûna balafirhilgira "Gerald R. Ford"ê li Rojhilata Navîn ligel binecihkirina du balafirhilgirên din bi navên Abraham Lincoln û George H.W. Bush hevdem bûye.
Ev jî belavkirina yekê ya leşkerî ye, bi vê qebareya mezin piştî sala 2003ê. Amerîkayê di yek demê de sê balafirhilgir li deverê kom kirine, ku ev pêngav ji aliyê çavdêran ve wekî peyameke xurt ji bo dijberên Waşintonê hat şîrovekirin.
Tê pêşbînîkirin ku ev keştiyên şer di çend hefteyên bê de bigihîjin peravên Amerîkayê, piştî ku demeke dirêj ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê li deverê derbaz kir.
Keştiya balafirhilgir a "Gerald R. Ford"ê wekî pêşketîtirîn û bibihatirîn keştî di dîroka hêza deryayî ya Amerîkayê de tê hesibandin, ku xerciya çêkirina wê gihîştiye nêzîkî 13 milyar dolaran û dikare zêdetir ji 75 balafirên şer hilgire.
Ev jî di demekê de ye ku keştiya "Gerald R. Ford"ê ji meha Hezîrana sala borî ve ji bendera Norfolkê li wîlayeta Vircînyayê derketibû. Ji ber zêdebûna alozîyan li Rojhilata Navîn, heta niha du caran dema mana wê li deverê hatibû dirêjkirin.