Trump: Nehêlana gefa atomî ya Îranê Almanya û cîhanê jî aramtir dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di peyamekê de rexne li Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz girt û daxwaz jê kir ku destwerdanê di karûbarên nehêlana gefa atomî ya Îranê de neke û bala xwe bixe ser pirsgirêkên navxweyî yên welatê xwe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) li ser hesabê xwe yê taybet ê tora civakî ya "Truth"ê rexneyên tund li siyaseta Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz girtin û daxwaz jê kir ku bala xwe zêdetir bixe ser arêşeyên navxweyî yên welatê xwe.
Trump di peyama xwe de nivîsiye: "Divê Şêwirmendê Almanyayê zêdetir demê ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê terxan bike (ku di vî warî de bi temamî bêbandor bûye!), herwesa ji bo çareserkirin û başkirina welatê xwe yê wêran, bi taybetî jî di pirsa koçberan û enerjiyê de."
Serokê Amerîkayê di pareke din a peyama xwe de li ser pirsa Îranê hişyarî da Şêwirmendê Almanyayê û ragihand: "Divê kêmtir destwerdanê di karûbarên wan aliyan de bike yên ku mijûlî nehêlana gefa atomî ya Îranê ne, ji ber ku bi vî karê xwe cîhanê bi giştî û Almanyayê jî bi taybetî dikin ciheke aramtir û parastîtir."
Peyamên tund ên Serokê Amerîkayê ji bo Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz di çarçoveya duberekiyên mezin ên di navbera Waşinton û Ewropayê de ne li ser awayê rûbirûbûna bernameya atomî ya Îranê. Dema ku Almanya û welatên Ewropayê bi rêya dîplomasiyê û parastina lihevkirina atomî dixwazin girjiyan kêm bikin, Trump bizavê dike bi zextên aborî û dorpêçên tund Îranê neçar bike ku dest ji bernameya xwe ya atomî berde.
Herwiha daxwaza Trump ji Almanyayê, ku bala xwe bixe ser qeyranên xwe yên navxweyî (wek koçberan û enerjiyê), nîşana wê yekê ye ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze welatên Ewropayê bêtir berpirsyariya krîzên parzemîna xwe bigirin ser milê xwe û kêmtir tevlî siyasetên derve yên li Rojhilata Navîn bibin.