Pêngavên parvekirina erdî li Helebceyê tên lezandin; dema wê diyar bû

Helebçe
Helebçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredariya Helebceyê ragihand ku pêngavên parvekirina parçeyên erdî li ser 8 hezar û 118 fermanberan tên lezandin û pêvajoya parvekirinê dê di nava yek heta du mehên bê de bi rêya tîrûppişkê bê destpêkirin.

Serokê Şaredariya Helebceyê Selam Bîlal îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re zaniarên firêdayî pêvajoya parvekirina parçeyên erdî eşkere kir.

Serokê Şaredariya Helebceyê got: "Ew parçeyên erdî, ku biryar e em di paşerojeke nêzîk de li ser fermanberan parve bikin, di qonaxa niha de me rûpîvî ji wan re kiriye û nexşeyên wan amade kirine. Tenê çend arêşeyên din mane ku em mijûlî çareserkirina wan in."

Serokê Şaredariya Helebceyê lli ser dema parvekirinê de jî got: “Di dema yek heta du mehên bê de, parçeyên erdî dê li ser hemî fermanberan bên parvekirin.”

Li gorî zaniarên Selam Bîlal, heşt hezar û 118 kesan li Helebceyê mafê wergirtina zeviyan heye û pêvajoya parvekirina parçeyên erdî jî dê bi rêya tîrûpişkê bê destpêkirin.

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li roja 27ê Adara 2024ê, di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, biryar li ser parvekirina parçeyên erdî ji bo wan fermanberan hatibû dan ên ku heta niha parçeyên erdî wernegirtine.