Guterres: Divê Tengava Hurmizê bê şert bê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyariyeke tund li ser xetera girtina Tengava Hurmizê da û tekez li ser pêdivîtiya vekirina wê ya tavilê û dabînkirina ewlehiya keştîvaniya navneteweyî kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand: "Min nîgeraniyeke mezin li hember sînordarkirina maf û azadiyên keştîvaniyê li Tengava Hurmizê heye, ku bûye sedema lengkirina gihîştina çavkaniyên enerjiyê (petrol û gaz) û kelûpelên sereke ji bo bazarên cîhanê."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê jî da ku vekirina Tengava Hurmizê karekî bingehîn e û got: "Girtina Tengava Hurmizê aboriya cîhanê dixeniqîne."
Guterres di derheqa encamên darayî yên vê rewşê de hişyarî da ku heta di baştirîn senaryoyan de jî, geşbûna aboriya cîhanê dê ji bo 3.1% paşve biçe. Ev jî dê ligel bilindbûna berçav a nirxan û zêdebûna rêjeya enflasyonê di asta cîhanî de hevdem be.
Antonio Guterres di dawiya daxuyaniya xwe de jî eşkere kir ku niha kar ji bo danîna çarçoveyekê tê kirin, ji bo rizgarkirina keştiyan û deryavanan bi awayekî ewle ji deverên hevrikiyan, eger rewşa meydanî rê bide.
Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibata borî de, Tengava Hurmizê ku yek ji rêyên avî yên herî girîng ên cîhanê ye ji aliyê desthilatdarên Tehranê ve hatiye girtin, ku vê yekê jî bandoreke mezin li ser bilindbûna nirxê enerjiyê û kelûpelan li bazarên cîhanî çê kiriye.