Fermandarên leşkerî yên Amerîkayê biardeyên rûbirûbûna Îranê dixin ber destê Trump
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa "Reuters"ê belav kir ku biryar e îro fermandarên pilebilind ên artêşa Amerîkayê hejmareke bijardeyên leşkerî yên girêdayî serederîkirina ligel Îranê bixin ber destê Serokê Amerîkayê.
Li gorî daxuyaniya berpirsekî Amerîkayî ji bo Ajansa “Reuters”ê, Wezîrê Şer û Sererkanê Artêşa Amerîkayê dê tevlî civînekê bibin, daku bijardeyên dorpêçkirina leşkerî pêşkêşî Trump bikin. Herwesa hat diyarkirin ku armanca sereke ya van bijardeyan jî danana zextê li ser Îranê ye, daku ji bo danûstandinan bê neçarkirin, bi merema bidawîanîna hevrikiyan.
Li hemberî vê yekê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku rawestandina daxuyanî û kiryarên binpêkirina û şerxwaziyên Amerîkayê şertê sereke ye ji bo her pêvajoyeke baweriyê di navbera her du aliyan de.
Pizîşkiyan tekez li ser wê yekê jî kir ku Tehranê dîplomasî û danûstandin her dem wekî serpişka karan dîtine, lê pêdivî ye şer bi rêya danûstandinên cidî ve bê bidawîanîn.
Aloziyên di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştine lûtkeyê, bi taybetî jî piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wêneyek belav kir û tê de navê "Tengava Hurmizê" ji bo "Tengava Trump" guhert.
Ev di demekê de ye ku Îranê pêştir pêşniyar kiribû ku wê tengavê li ber keştîvaniyê veke, bi wî şertî ku Amerîka dorpêçên li ser benderên Îranê rake û şer bidawî bîne; lê Tehran hîn jî tekez dike ku divê Tengava Hurmizê bêyî hebûna hêzên Amerîkayê bê birêvebirin.