Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê gotgotkekê red dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku heta niha 40 nav ji bo wezaretên Şîeyan hatine pêşkêşkirin, herwesa red jî kir ku Sudanî ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê berbijar be.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Muşriq Firêcî îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Wezaretên para Şîeyan 11 heta 12 wezaret in û heta niha 40 nav ji aliyê aliyên siyasî yên Çarçoveya Hevahengiyê ve hatine pêşkêşkirin."

Muşriq Firêcî amaje bi wê yekê jî da ku Çarçoveya Hevahengiyê di vê ezmûnê de berpirsyariya serkeftin an têkçûnê werdigire.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku heta niha ne diyar e ka Sudanî dê çi post werbigire. Herwwesa got: "Ew ne rast e ku tê gotin ku ew ji bo posta Wezareta Darayî ya Iraqê berbijar e."

Pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê di bin banê Çarçoveya Hevahengiyê de gihîştiye qonaxeke nû û hestiyar. Piştî ku Elî Falih Zeydî ji bo serokwezîrtiyê hatiye raspartin, aliyên siyasî yên Şîe dest bi amadekarî û pêşkêşkirina navan ji bo postên wezaretan kiriye.