Hikûmeta Herêma Kurdistanê di plana girîngîdana bi samanê avê de serkeftî bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî tomarên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, îsal rêjeya herî bilind a barîna baranê li ser asta parêzgehan li Helebceyê û li ser asta deveran jî li Mêrgesorê hatiye tomarkirin. Li gorî amarên ku bi dest K24ê ketine, zêdetir ji 11 milyar metreyên sêca yên av di bendav û pondên Herêma Kurdistanê de hatiye vegirtin.
Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejzaniyê yê Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm îro (În, 1ê Gulana 2026ê) taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Rêjeya barîna baranê ya îsal heta îro li navendên parêzgehan û deverên çiyayî bi vî awayî ye:
Rêjeya barîna îsal li gorî parêzgehan, ku heta niha navendên keşnasiyê tomar kirine, rêjeya herî zêde ya baranê îsal li parêzgeha Helebceyê hatiye tomarkirin:
Helebce: 1109.3 mm
Silêmanî: 1052.4 mm
Dihok: 896.4 mm
Hewlêr: 718.5 mm
Kerkûk: 392.5 mm
Li deverên çiyayî û qezayan rêjeya barîna baranê cuda ye û bilindtirîn rêjeya barîna baranê li ser asta Herêma Kurdistanê li devera Mêrgesorê (2194 mm) hatiye tomarkirin.
Mêrgesor: 2194 mm
Şêladiz: 1925 mm
Çwarta: 1858 mm
Dînarte: 1800.5 mm
Pêncwîn: 1758 mm
Barzan: 1652.4 mm
Tewêle: 1378.9 mm
Her li ser bandorên barîna îsal û rewşa bendav û pondên Herêma Kurdistanê, Rêveberê Giştî yê Bendav û Embaran li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ragihand: “Bendava Dukanê, ku şiyana vegirtina 6.8 milyar metreyên sêca yên avê heye, niha 87% tije bûye.”
Rêveberê Giştî yê Bendav û Embaran herwesa got ku Bendava Dukanê tenê nêzîkî 3 metre û 30 santîmetreyan maye ku bi tevahî tije bibe û di ser de biçe.
Herwesa Bendava Derbendîxanê, ku şiyana vegirtina 3 milyar metreyên sêca yên avê heye, niha bi tevahî tije bûye û di ser de çûye. Herwesa Bendava Duhokê jî di ser de çûye û şiyana vegirtina 52 milyon metreyên sêca yên av heye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya 23 bendavên mezin û navîn girîngî daye parastina samana avê. Di vê çarçoveyê de, bendavên nû bandoreke mezin li ser vegirtina avê û zêdekirina ava binerd kirine.
Bendava Gomaspanê:
Weke bendava sêyê ya herî mezin a Herêma Kurdistanê, îsal li Bendava Gomaspanê dest bi vegirtina avê hat kirin. Li gorî tomaran, dikare 115 milyon metreyên sêca yên ava baranê vegire û niha 25 heta 26 milyon metreyên sêca yên avê tê de hene.
Bendava Bestoreyê:
Bilindahiya vê bendavê 30 metre ye û dikare 20 milyon metreyên sêca yên avê vegire. Niha jî 15 milyon metreyên sêca yên avê tê de hene.
Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Sebah Hewramî ji malpera Kurdistan24ê re got: "Pêştir 118 pond li ser rûberê 479 hezar û 364 doniman hatibûn çêkirin, ku şiyana vegirtina zêdetir ji 22 milyon metreyên sêca yên avê hebû. Lê di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, razîbûn li ser 41 pondên din hat dayîn, ku hin ji wan hatine temamkirin û hin jî di qonaxa bicihanînê de ne."
Karwan Sebah Hewramî amaje jî kir ku hemî ew pondên ku hatine temamkirin îsal tije av bûne. Herwesa got: "Bi rengekî giştî, piraniya bendavên din ên Herêma Kurdistanê niha di ser de çûne. Ev jî ji bo cotkar, geştyar û dabînkirina ava vexwarinê ya îsal mizgîniyeke xweş e."