Amerîkayê planeke nû bo lêdana Îranê amade kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê û Sererkaniya wî welatî planeke nû ya leşkerî ji bo lêdana Îranê pêşkêşî Serokê Amerîkayê kiriye. Serokê Amerîkayê jî tekez dike ku şer tenê bi yek şertî bidawî dibe, ew jî rêgirtina bi yekcarî ye ku Tehranê çekê atomî bi dest bixe.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper û Serokê Desteya Sererkaniya Hevpar a Artêşa Amerîkayê Dan Keane li roja Pêncşemê raporteke berfireh li ser plana nû ya leşkerî ya li dijî Îranê pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Du berpirsên Amerîkayî ji malpera "Axios"ê re ragihand ku ew civîn 45 deqîqeyan berdewam bû. Ev pêngav jî îhtîmala destpêkirina şerê Amerîkayê û dibe ku Îsraîlê jî li dijî Îranê zêde dike, ku piştî agirbesta 7ê Nîsana borî hinekê aram bûbû.
Çavkaniyên haydar ji "Axios"ê re eşkere kir ku CENTCOMê planek ji bo lêdana çend gurzên "kurt û xurt" li ser Îranê amade kiriye, ku tê pêşbînîkirin ku armancên wê lengkirina jêrxaneya wî welatî be ji bo "şikandina şikestina danûstandinan".
Zanyar amajeyê bi wê yekê didin ku, ew plan kontrolkirina parek ji Tengava Hurmizê û destpêkirina operasyonekê ji bo destbiserdagirtina embarên uranyuma pîtandî ya Îranê vedigire.
Şertê Trump ji bo bidawîanîna şer
Donald Trump herwesa di hevpeyvînekê de ligel kenala "Newsmax"ê, ku li roja Pêncşemê hat belavkirin, “yekane şertê xwe” ji bo bidawîanîna şerê li dijî Îranê eşkere kir û got: "Amerîkayê gurzekî kujek li artêşa Îranê û serkirdetiya wê daye, lê ev hevrikî tenê wê demê bidawî tê ku Tehran bi yekcarî ji xwedîtiya çekê atomî bê qedexekirin.”
Trump herwesa got: "Em bi rastî serkeftî ne, lê ez dixwazim serkeftin mezintir bibe. Me hêzên deryayî, asmanî û hemî tiştên wan têk birine. Eger hûn li sîstemên dijî firînê û radar û serkirdetiya wan binihêrin, hûn dê bibînin ku hemî ji nav çûne."
Serokê Amerîkayê Îran wekî welatekî "ji aliyê leşkerî û aborî ve lengbûyî" wesif kir û got: "Tenê hebûna garantiyeke xurt li dijî bernameya wê ya atomî dikare encameke herdemî bi dest bixe. Eger em niha vekişin, 20 salên din divên ji bo ku Îran bikare xwe ji nû ve ava bike, eger bikare jî."
Ji aliyekî din ve jî, Senatorê Amerîkayî Richard Blumenthal ragihand ku îdareya Waşintonê ti stratejiyeke zelal û yekgirtî li dijî Tehranê nîne û helwestên Donald Trump di navbera xwesteka danûstandinan û gefa wêrankirinê de tên û diçin.
Wî senatorî hişyarî jî da ku vebijarka êrîşa leşkerî ya nêzîk "li ser maseyê ye" û ev jî cihê nîgeraniyê ye ji ber ku dibe sedema zêdebûna qurbaniyan di nava artêşa Amerîkayê de. Tekez jî kir ku ti yek ji armancên Amerîkayê ne li ser rêgirtina li pîtandina uranyumê û ne jî sînordarkirina berhemannîa dron û mûşekan ji aliyê Îranê ve nehatine bidestxistin.