DEM Partî pêkanîna lijneyeke Parlamentoyê bo mafên karkeran dixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza pêkanîna lijneyeke lêkolînê ji bo rawestandina binpêkirinên mafên karkeran û baştirkirina şert û mercên jiyana wan di vê rewşa aborî ya bizehmet de kir. Herwesa ragihand ku Tirkiye ji bo mafên karkeran di rêzbendiya 10 welatên herî xirab ên cîhanê de ye.

Serokatiya Fraksiyona DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, ji bo diyarkirina arêşeyên karkeran û danîna siyaseta parastinê ji bo wan, pêşniyareke fermî ji bo pêkanîna lijneyeke lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Di naveroka wê pêşniyara de hatiye diyarkirin ku Tirkiye, li gorî pîvanên cîhanî, ji bo binpêkirina mafên karkeran di rêzbendiya 10 welatên herî xirab ên cîhanê de ye. Bi awayekî ku enflasyona bilind û kêmbûna mûçeyan jiyana bi milyonan kesan xistiye xeterê û piraniya karkeran ji mafên bingehîn ên wekî bîme û xanenişîniyê bêpar in.

Herwiha tekez li ser amarên xeter ên mirina karkeran jî hatiye kirin, ku tenê di sala 2025ê de zêdetir ji du hezar kesan bûne qurbanî. Tevî vê yekê jî, behsa zextên li ser sendîkayan û cudakariyên zayendî yên li dijî jinan li cihên kar hatiye kirin, ku pêkanîna vê lijneyê kiriye pêdiviyeke lezgîn.

Îro, ku Roja Cîhanî ya Karkeran e, li Stenbolê rêkarên tund ên ewlehiyê ji bo rêgirtina li ber xwepêşandanên karkeran hatine bicihanîn.