Li Stenbolê rêkarên tund bo rêgirtina li xwenîşandanên karkeran hatin bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgariya Stenbolê bi hinceta parastina ewlehiyê, ji bo rêgirtina li xwenîşandanên Roja Cîhanî ya Karkeran, rêkarên tund ên ewlehiyê ragihandin; di vê çarçoveyê de Meydana Taksîmê û deverên sereke hatin girtin û hatinûçûna geştên deryayî û metroyan hat rawestandin.

Li Stenbolê ji bo rêgirtina li xwenîşandanên 1ê Gulanê gelek rêkarên tund hatine wergirtin. Parêzgarê Stenbolê bi hinceta rêgirtina li "tevgerên komên paşguhkirî" û parastina ewlehiyê, ji bo roja 1ê Gulanê (Roja Cîhanî ya Karkeran) hejmareke biryarên tund û qedexeyên hatinûçûnê ragihand.

Li gorî biryaran, li pênc deverên sereke yên bajar (Beyoglû, Beşiktaş, Şişlî, Kadiköy û Kartal) rêkarên tund tên wergirtin û bi dehan cade û kolan li hemberî hatinûçûnê tên daxistin.

Giringtirîn biryarên ku hatine ragihandin ev in:

- Girtina Westgehên Metro û Veguhastinê: Girtina westgehên metroyê li deverên hestiyar ên wekî Taksîm, Şîşhane û Osmanbeyê.
- Rawestandina Geştên Deryayî: Rawestandina geştên deryayî yên ji aliyê Asyayî ya Stenbolê ber bi aliyê Ewropayî ve.
- Rêkarên Ewlehiyê yên Taybet: Valakirina garajên otomobîlan ên li derdora meydana Taksîmê û deverên biqelebalix.
- Amadebûna Tîmên Tenduristiyê: Nexweşxane û tîmên tenduristiyê yên bajar ji bo her bûyereke nediyar di dema kombûnan de xistine di rewşa amadebaşiya temam de ji bo rûbirûbûna her îhtîmaleke nexwestî di dema kombûna xelkî de.