Konsulê Çînê: Helwesta serkirdayetiya Kurd a li hemberî aloziyên navçeyê zîrekane ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun di hevpeyvîneke taybet bi Kurdistan24ê re helwesta zîrekane ya serkirdayetiya Kurd li hemberî nakokiyên navçeyê bilind nirxand. Herwiha aşkere kir ku welatê wî dixwaze qebareya veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir bike û soz da ku lêçûnên vîzeyê kêm bike û pirsgirêkên li pêşiya geştiyar û bazirganên Kurd çareser bike.

Deqa hevpeyvîna Kurdistan24ê bi Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun re:

Kurdistan24: Birêz cenabê konsul, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê ligel Kurdistan24ê, hûn bi xêr hatin.

Liu Jun: Ez kêfxweş im ku îro ligel we me.

Kurdistan24: Ez dixwazim hûn şiroveyeke kurt derbarê rewşa navçeyê, anku Rojhilata Navîn de bikin; nêrîna we li ser şerê navbera Îran û Amerîkayê çi ye?

Liu Jun: Belê, ev mijareke girîng e. Ev ê ji bo me bibe derfetek ku em lê binêrin ka çi qewimiye û nêrîna xwe derbarê rûdanan de bînin ziman. Piştî nêzîkî 50 salan ji nakokiyan, tiştê ku qewimî trajediyeke mezin bû. Gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Beriya çend rojan min nûçeyek dît, bi tenê li Îranê nêzîkî 3,500 kesan jiyana xwe ji dest daye û 35 hezarên din jî birîndar bûne. Ev hejmareke pir mezin a qurbaniyan e. Herwiha me dît ku li welatên din ên navçeyê jî qurbanî hebûn.

Ji ber nakokî û şer, aborî li xaleke diyarkirî sekinî. Me dît ku geştên asmanî hatin ragirtin, tevgera asayî ya xelkê hat felckirin; ev trajedî ye, her tişt sekinî. Heke em li sedsalên borî yên Rojhilata Navîn binerin, em dibînin ku ev navçe di nava nakokiyan de asê maye.

Heke em li kok û sedeman binerin, em di wê baweriyê de ne ku sedem "destwerdana hovene ya hêzên biyanî" ye. Ew bi awayekî nedadwerane û yekalî hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Em bawer dikin ku heke Rojhilata Navîn ne di ewlehiyê de be, hemû cîhan jî nakeve nav aştiyê; ev xal pir girîng e. Em bawer dikin ku divê em vegerin ser sedem û kokên pirsgirêkan. Divê em pirsgirêkan bi şer çareser nekin û venegerin ser "qanûnên daristanê".

Kurdistan24: Çînê çi rolek lîstiye, çi di mijara agirbestê de, çi jî di mijara bidawîanîna şer de?

Liu Jun: Belê, gava şer dest pê kir, Çînê ji nêz ve çavdêriya rewşê dikir. Di dema şer de, Çînê hewl dida ku rewşê aram bike û bigihîjin aştiyê. Di civînên girîng ên vê dawiyê de, di navbera Serokê Çînê Xi Jinping û serokên welatên din, bi taybetî welatên Kendavê de, Çînê bi mebesta çareseriyê çendîn pêşniyarên girîng pêşkêş kirin.

Yekem, em di wê baweriyê de ne ku "hevjiyan" girîng e. Welatên navçeyê dikarin bi aştiyane bi hev re bijîn; welatên navçeyê cîran in û li cihê xwe dimînin. Lewma bingeha sereke hevjiyan e.

Duyem, serweriya niştimanî ye. Em bawer dikin ku ev yek bingeh û stûneke sereke ye. Ji bo welatên di qonaxa geşepêdanê de ne, ev yek "hêla jiyanê" ye û ji bo her neteweyekê wekî çavkaniya dahat û jiyanê ye. Bêyî serweriya niştimanî, ewlehiya me nabe. Em bawer dikin ku divê bi temamî rêz li serweriya niştimanî, ewlehî û yekparçeyiya axê bê girtin.

Sêyem, serweriya yasayên navdewletî bingehineke din e. Li cîhanê hikûmeteke me ya yekgirtî nîne, lê Neteweyên Yekgirtî heye. Divê rêz li Peymannameya Neteweyên Yekgirtî bê girtin. Hin yasayên bingehîn ên navdewletî ku têkiliyên navdewletî birêve dibin hene, divê bi temamî rêz li wan bê girtin; wekî din cîhan dê bikeve nav alozî û kêşeyan.

Di dawiyê de, bingehineke din ev e: Divê em hevsengiya di navbera ewlehî û pêşkeftinê de biparêzin. Ev her du mîna her du rûyên heman pereyî ne. Pêşkeftin bingeha ewlehiyê ye, di heman demê de ewlehî jî garantiya pêşkeftina demdirêj e. Em nikarin van her duyan ji hev cuda bikin.

Kurdistan24: Di şer de gelek caran Herêma Kurdistanê kete ber êrîşên Îranê û komên çekdar ên Iraqî. Ez dixwazim zanibim nêrîna Çînê li ser vê mijarê çi ye? Çîn rola bêalî ya Herêma Kurdistanê çawa dinirxîne?

Liu Jun: Gava ez li rewşa Herêma Kurdistanê dinêrim, niha ne wekî dîplomatekî diaxivim. Di wan 50 rojên borî de, anku ji 28ê Sibatê heta 7 û 8ê Nîsanê, di wan nêzîkî 50 rojên şer de, heman hestê we di min de jî hebû. Bila ez bi we re rastgo bim, ji bo 50 rojan, ez li nivîsgeha xwe de dimam; ji ber metirsiyê min nedikarî herim malê, min heman hestê we hebû.

Ez di wê baweriyê de me ku helwesta Herêma Kurdistanê pir girîng e. Her çiqas Herêma Kurdistanê ne beşek ji şer be jî, mixabin em dibînin ku Herêma Kurdistanê hatiye armancgirtin. Her roj rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî dibû, me didît ku di asîman de diteqiyan. Heta ev rûdan ji bo malbatan jî giran bû, ji ber ku nedikarîn ji zarokên xwe re rave bikin ka çima ev yek diqewime.

Bi her awayî, ez di wê baweriyê de me ku helwesta Kurdistanê, bi taybetî ya serkirdayetiya Kurd, pir "zîrekane" bû. Serkirdayetiya Kurd her tim tekez kiriye ku nabe Herêma Kurdistanê wekî platformek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran bê bikaranîn; ev helwesteke pir girîng e.

Lê şîreta min ev e: Girîng e em li ser wan prensîpên ku em pê bawer in bisekinin. Rojhilata Navîn milkê wan netewe û gelan e ku tê de dijîn. Divê çarenivîsa we di destê we de be. Heke hûn ewlehiya xwe bixin destê kesên din, di encamê de hûn nikarin xwe ji nakokiyan dûr bixin. Divê ji bo ewlehiya xwe, "otonomiyeke we ya stratejîk" hebe.

Kurdistan24: Hin welatan di vî şerî de Çîn bi wê yekê tawanbar kirin ku di warê leşkerî de alîkariya Îranê kiriye; nêrîna we çi ye?

Liu Jun: Rast e, têkiliyên Çîn û Îranê baş in; li ser asta dewletê têkiliyên me yên asayî hene. Lê belê ev tawanbarî bêbingeh in. Ev tawanbarî mînakeke "standardên durûtiyê" ye. Em dibînin ku hin welatên diyarkirî hejmareke zêde ya çekan dişînin herêma şer, lê ji welatên din re dibêjin "mafê we nîne hûn bi aliyê din re hevahengiyê bikin". Ev yek ne maqûl e û durûtî ye.

Kurdistan24: Wekî hûn jî dizanin, bandoreke mezin a vê şerî li ser aboriya hemû cîhanê hebû. Çîn wekî welatekî mezin di warê aborî de, dikare di vê qeyrana mezin a cîhanî de çi pêşkêş bike?

Liu Jun: Rast e, ev pirseke pir girîng e. Ji xwe di serî de nedihat payîn ku ev şer biqewime. Heta ku qewimî be jî, divê em pê re mijûl bibin. Astengî pir mezin in, lê em wekî Çînê neteweyeke mezin in û divê em rûbirûyî wan bibin. Di rastiyê de, vê carê bandora rûdanan li ser Çînê ne ewqas zêde bû. Hin raporên aborî di medyaya civakî de pêşbînî dikirin ku ji ber şer Çîn dê ziyaneke mezin bibîne, lê di rastiyê de me ziyaneke mezin nedît. Bandora li ser Çînê kêm bû. Gelo hûn dizanin çima?

Ji ber ku çend sal berê me stratejiya xwe guhert û berê xwe da "enerjiya paqij". Me hemû hewlên xwe dan hev da ku em teknolojiya xwe di warê enerjiya paqij de pêş bixin û girêdayîbûna xwe ya bi sotemeniyên berdîn (wekî neft û gazê) kêm bikin. Lewma vê carê, li hemberî wê "şoka aborî" ya ku li cîhanê ket, me aboriya xwe parast.

Li vir ez dixwazim du xalan destnîşan bikim: Yekem, wekî min got me stratejiya xwe ya aborî ber bi enerjiya paqij ve guhert, da ku kêmtir bandor li me bibe. Duyem, bila ez hinekî bêtir rave bikim ka parastina hevsengiya di navbera ewlehî û pêşkeftinê de çi ye. Em bawer dikin ku ev yek ji bo tevahiya navçeyê pir girîng e.

Divê bala we li ser pêşkeftina aborî û geşepêdana civakî be, ji ber ku tenê bi pêşkeftina aborî şiyana we çêdibe ku hûn çavkaniyan peyda bikin û rewşê kontrol bikin. Duyem, divê hûn hevsengiyekê ava bikin; gava aboriya we geş dibe, pêdiviya we bi "garantiya ewlehiyê" heye. Berevajî vê, heke ewlehiya we nebe, hûn ê di nakokiyan de ji ber êrîşên sîber û metirsiyên darayî ziyanê bibînin. Bi vî awayî dibe ku pêşkeftina aborî di şev û rojekê de ji holê rabe. Lewma divê hûn hevsengiya van her du xalan biparêzin. Ev yek mîna her du baskên çivîkekê ye; bêyî baskekî, çivîk nafire. Ev prensîpeke pir girîng e.

Kurdistan24: Têkiliyên Çînê ligel Herêma Kurdistanê di çi astê de ne? Bernameya her du aliyan ji bo paşerojê çi ye?

Liu Jun: Baş e, berî ku ez derbasî têkiliyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê bibim, ez dixwazim balê bikişînim ser "wêneya mezin". Niha hemû cîhan bi temamî di sedsala 21ê de ye; em rûbirûyî çendîn dijwariyên hevbeş dibin, wekî guherîna keşûhewayê, pirsgirêka madeyên hişbir û kêşeyên siyasî. Welatên cîhanê neçar in ku pişta xwe bi hev girê bidin; pêdiviya me bi hevahengiyeke zêdetir heye, ne bi nakokiyan.

Ji bo vê mebestê, Serokê Çînê Xi Jinping di van çend salên dawî de çendîn bîrokeyên pir girîng pêşniyar kirin. Yekem, em bawer dikin ku divê hemû welatên cîhanê "Civakeke Cîhanî ya Hevbeş ji bo Paşerojeke Hevbeş" ava bikin; ev bîrokeyeke pir girîng e. Lê em ê çawa bigihîjin vê? Serokê me çend destpêşxeriyên cîhanî pêşkêş kirin: Destpêşxeriya Ewlehiya Cîhanî, ya Geşepêdanê û ya Şaristaniyê. Sala borî jî "Destpêşxeriya Cîhanî ya li ser Hikûmraniya Cîhanî" pêşniyar kir. Armanca van hemûyan gavavêtina ber bi civakeke cîhanî ya di xizmeta mirovatiyê de ye. Di aliyê aborî de jî, wî projeyeke girîng a hevahengiya aborî pêşkêş kir ku ew jî "Projeya Piştîne û Rê" (Belt and Road) ye.

Niha bila em behsa têkiliyên Çîn û Herêma Kurdistanê bikin. Di 10 salên borî de, têkiliyên me yên dualî pir bi lez pêş ketin. Bi taybetî piştî ku me di Kanûna 2014an de Konsulxaneya Giştî ya Komara Gel a Çînê vekir, ji ber ku saziya me li vir heye, têkiliyên me pir bilez pêş ketin. Her sal em di têkiliyên xwe de tiştekî nû dibînin.

Wek nimûne, gava hûn diçin bazaran, hûn li her derê berhemên Çînî dibînin; otomobîl û mobîlên Çînî dibînin. Hûn gelek amûrên elektrîkê yên malê dibînin ku Çînî ne. Bi hebûna berhemên Çînî yên bi kalîteya baş, xelkê vir sûdmend dibin. Herwiha di gelek pîşesaziyan de, kompanyayên Çînî tên da ku derfetên bazirganiyê bibînin û kar bikin; bo nimûne di warê çîmento û kerta avahîsaziyê de. Kompanyayên Çînî karekî pir baş dikin, da ku hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêş bixin û şiyanên wan nû bikin.

Kurdistan24: Têkiliyên bazirganî yên Çîn û Herêma Kurdistanê di çi astê de ne, gelo hûn jê razî ne?

Liu Jun: Belê, wekî min got, ev têkilî ji bo her du aliyan pir girîng in. Niha em ji qonaxa dabînkirina kelûpel û amûran bo bazarên Herêma Kurdistanê derbas bûne. Çîn ji bo kerta ne-neftî ya Herêma Kurdistanê bûye hêzeke motîv a bihêz. Welatê Çînê ji bo veberhênan û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê pir pêdivî bûye. Ji ber ku hûn ne tenê hejmareke zêde ya berhemên Çînî dibînin; di warên çandinî, veberhênan, pîşesaziya paqij, guherîna keşûhewayê, kempeynên kêmkirina hejariyê û gelek warên din de jî hevahengî heye.

Şiyanên me yên mezin ji bo hevahengî û pêşkeftina zêdetir hene. Niha em dibînin ku pîşesaziya "Zîrekiya Destkird" (AI) ya Çînî pir bilez geş dibe. Ez bawer dikim ku di paşerojê de, bi sûdwergirtina ji zîrekiya destkird, em ê ligel Herêma Kurdistanê pîşesaziya navxweyî pêş bixin. Di van aliyan de derfetên pir mezin hene.

Kurdistan24: Nexwe em dikarin zanibin hejmara kompanyayên Çînî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin çend in? Di kîjan waran de kar dikin? Çend welatiyên Çînî li vir in û plan û bernameya we ya paşerojê çi ye?

Liu Jun: Rast e, li gorî zanyariyên min, niha li seranserê Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 hezar welatiyên Çînî hene. Derbarê kompanyayan de jî, zêdetirî 50 kompanyayên me yên Çînî hene; hem kompanyayên dewletî hene, hem jî yên taybet (wekî Huawei). Herwiha gelek kompanyayên me yên otomobîlan hene wekî: Chery, Geely, Haval, Hongqi û çendîn brandên din.

Kompanyayên Çînî bûne beşeke jêneveqetandî ji aboriya Herêmê. Wek nimûne; sala borî kompanyayeke mobîlan a Çînî ligel hevkarên me yên li Herêma Kurdistanê kar kirin, da ku li vir brandeke mobîlên zîrek (smartphone) hilberînin. Ev ji bo pîşesaziya navxweyî pêşkeftineke mezin e. Ez bawer dikim ku di paşerojê de em dikarin karên hîn mezintir bikin. Dibe ku di pêşerojê de em li Herêma Kurdistanê "otomobîlan" çêbikin.

Ez bawer dikim ku di gelek waran de aboriyên me hevdu temam dikin. Ev têkiliyên me demdirêj in. Pêdiviya we bi lez û teknolojiya Çînê heye da ku hûn tiştekî hilberînin; pêdiviya me jî bi welatekî heye ku bibe dergehek (geyt) da ku em baregehên xwe lê ava bikin û destê me bigihîje tevahiya Iraqê. Bi vî awayî, têkilî li ser bingeha pêdivî û berjewendiya hevbeş ava bûne.

Kurdistan24: Çend sermayedar û karsazên Kurd li Çînê kar dikin û di kîjan waran de ne?

Liu Jun: Pirseke pir baş e. Ez bi hûrî hejmara wan nizanim ka çend bazirganên Kurd li Çînê ne, lê dikarim bibêjim ku hejmareke berçav a bazirganên Kurd li Çînê kar dikin. Wek nimûne, li bajarekî wekî Yiwu yê li parêzgeha Zhejiang, ku wekî navendeke navdewletî ya bazirganiyê tê naskirin, bi sedan bazirganên Kurd hene. Wan li wir dikan vekirine, kelûpelan dikirin û dişînin bazarên Kurdistanê.

Herwiha "Pêşangeha Canton" a navdar heye ku salê du caran, di bihar û payîzê de tê lidarxistin. Gava dema vê pêşangehê tê, bi hezaran bazirganên navxweyî tên konsulxaneya me û daxwaza vîzeyê dikin, da ku serdana wê pêşangehê bikin. Dikarim bibêjim ji bilî wan bi sedan bazirganên Kurd ên ku li Çînê dijîn, her sal bi hezaran bazirganên din ên Kurd jî serdana Çînê dikin û li dû derfetên bazirganiyê digerin.

Kurdistan24: Wekî Konsulxaneya Çînê, plana we çi ye ku vîze bi hêsanî bide welatiyên Herêma Kurdistanê? Herwiha gelo eger heye ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de dest pê bikin?

Liu Jun: Belê, ev mijareke pir girîng e. Dibe ku em her du jî zanibin ku di borî de lêçûna daxwaza vîzeyê pir zêde bû. Ji Çileya 2024an ve, Konsulxaneya Çînê xizmetguzariya pasaport û dayîna vîzeyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê vekir. Ev tê wê wateyê ku êdî konsulxane saziyeke bi temamî çalak e.

Gava me dest bi vê xizmetguzariyê kir, me rêbazeke nû peyrew kir; ev rêbaza nû hewl dide ku lêçûnan kêm bike da ku xelkê Kurdistanê bikarin lêçûna vîzeyê dabîn bikin. Di raboriyê de me vîze didan, lê bila ez rastgo bim, vê dawiyê me di proseyê de hin pirsgirêk dîtin. Ji ber ku niha hin sazî hene hewl didin "tekelparêziyê" (monopol) bikin; ev grûpên berjewendîxwaz in û dixwazin bihayan bi bilindî bihêlin. Me ev pirsgirêk tespît kiriye; em ê ji binî ve lêkolînê li ser bikin û çareser bikin. Em hêvîdar in lêçûna vîzeyê ji bo civaka Kurd û bazirganan kêm bikin û xelkê teşwîq bikin ku zêdetir serdana Çînê bikin.

Kurdistan24: Nexwe hêviyek heye ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Çîn û bajarên Kurdistanê de dest pê bikin?

Liu Jun: Belê, ev pirseke balkêş e. Di rastiyê de, di salên borî de hejmarek kompanyayên navxweyî hatin nivîsgeha min û behsa wê yekê kirin ka em ê çawa bikarin geştên asmanî yên rasterast di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de bidin destpêkirin. Ev yek ji daxwazên me ye jî; heke geştên rasterast hebin, dê ji bo min û karmendên min jî baş be da ku em rasterast herin Çînê.

Lê niha pirsgirêk ne tenê dayîna vîzeya bazirganî ye, pirsgirêka me vîzeya geştiyariyê ye. Sala borî ji Pekînê destûr ji me re hat dayîn ku em êdî dikarin vîzeya geştiyariyê jî bidin. Lê belê ev ne proseyeke hêsan e û demê dixwaze. Em xelkê Kurdistanê han didin ku serdana Çînê bikin û em vîzeya geştiyariyê jî didin. Wekî min got, niha lêçûna vîzeya bazirganî bilind e, lê ji bo vîzeya geştiyariyê stratejiyeke me heye û em bi hin sazî û kompanyayên geştiyariyê re di hevahengiyê de ne da ku rêyeke nû ji bo dayîna vîzeya geştiyariyê bibînin. Heya niha ev pirsgirêk bi temamî çareser nebûne, lê ez hêvîdar im di demeke nêz de xelkê Kurdistanê bi hêsanî û bi lêçûneke guncaw vîzeya Çînê wergirin. Gava daxwaza geştê zêde bibe, bêguman dê geştên rasterast jî vebin.

Kurdistan24: Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî gelek projeyên stratejîk û giring li Herêma Kurdistanê pêk anîne. Yek ji wan "Projeya Ronakî" ye ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 saetan e ji bo welatiyan. Ez dixwazim nêrîna we li ser vê projeyê û projeyên din ên Serokwezîr bizanim.

Liu Jun: Rast e, "Projeya Ronakî" pir giring e. Ez bawer dikim ku Ronakî ne tenê projeyeke jêrxanê ye, lê projeyeke ji bo jiyan û debara welatiyan e; projeyeke di berjewendiya giştî de ye. Gava elektrîka 24 saetan hebe, kalîteya jiyana we bilind dibe. Herwiha ev piştevaniyeke mezin e ji bo tevahiya civaka Kurdistanê, lewma em dibînin ku xelk pêşwaziyeke germ li vê projeyê dikin.

Em hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi temamî bilind dinirxînin. Di van çend salên borî de, li gorî ezmûna min, birîna elektrîkê ji bo her kesî bûbû serêşî; ez hêvî dikim ev proje berdewam bibe. Projeya Ronakî jîngeheke pir baş diafirîne; ji ber ku heke elektrîka we ya herdemî hebe, êdî pêdiviya we bi jenerator taxan namîne. Bi vî awayî asîman paktir dibe û hewa paqij dimîne, ev jî ji bo her kesî baş e.

Kurdistan24: Ez dixwazim zanibim ka hûn ji kîjan xwarinên Kurdî hez dikin? Gelo we li vir ti peyvên Kurdî hîn bûn?

Liu Jun: Ji roja pêşîn a ku ez hatime Kurdistanê, min gelek tam ji xwarinên Kurdî girtiye. Ez beşdarî gelek şîv û xwarinan bûm. Xwarina herî bi tam ku ez pir jê hez dikim "dolme" ye. Ez ne kesekî goştxwir im, lê dolme pir bi tam e.

Kurdistan24: Gelo tu hînî peyvên Kurdî bûyî ku pê biaxivî?

Liu Jun: Ez niha fêrî zimanê Kurdî dibim, lê zimanê Kurdî ne hêsan e, hinekî dijwar e.

Kurdistan24: Peyama we ji bo gelê Kurdistanê çi ye? Gelê Kurdistanê çawa dikare ji ezmûna welatê Çînê sûdê wergire?

Liu Jun: Baş e, ez kêfxweş û serbilind im ku bi rêya Kurdistan24ê peyameke girîng bigihînim gelê Kurdistanê. Peyama min pir sade û giring e: Di salên borî de gelê Kurd êşeke mezin kişandiye. Hevxemiya me ya mezin heye, herwiha em qedrê xweragiriya we digirin.

Em di wê baweriyê de ne û hêvîdar in ku di paşerojê de em bi hev re bixebitin û hewl bidin hîn zêdetir dahênanan bikin. Em handana karsaziyê dikin û hewl didin ji bo nifşê nû derfetên kar biafirînin. Em dixwazin ezmûna şaristaniya xwe bi we re parve bikin. Di dawiyê de, bi xebata xwe ya hevbeş, em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê her geş û xwedî aramî be.

Kurdistan24: Gelek spas ji bo vê hevpeyvîna bi Kurdistan24ê re, em pir kêfxweş bûn.

Liu Jun: Ez jî kêfxweş bûm, gelek spas.