Serokwezîrê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Elî Zeydî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî, bi mebesta gotûbêjkirina avakirina hikûmeta nû û vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Bexdayê, gihîşt Hewlêrê.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî îro 2ê Gulanê bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê. Zeydî li firokxaneyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Elî Zeydî ligel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêrê dike û biryar e bi cuda ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.
Pêştir çavkaniyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ji Kurdistan24ê re ragihandibûn, armanca serdana Zeydî; gotûbêjkirina pêkanîna her du hikûmetên nû yên Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha başkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Di heman demê de tê payîn ku Zeydî bi fermî fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlamena Iraqê û hikûmeta federal, careke din vexwîne Bexdayê.
Şeva 27ê Nîsana 2026an, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê li Koşka Hikûmetê li Bexdayê civiyan û bi yekdengî 'Elî Zeydî' bi fermî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê berbijar kirin.
25 roj li pêş Zeydî mane daku hikûmeta nû ya federal ava bike; ji ber ku li gorî destûra Iraqê, divê serokwezîrê raspartî di dema mehekê de endamên kabîneya xwe hilbijêre, daku paşê di parlamenê de dengê pêbaweriyê wergirin.