Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îdiayên ku dibêjin çekên Amerîkî gihîştine ber destê wezareta wan û li Hewlêrê hatine depokirin, bi tundî red kirin. Wezaretê ragihand, ew ê li dijî kesên van nûçeyên derew belav dikin serî li dadgehê bidin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Îro 02.05.2026an derbarê bernameyeke televîzyonî ya li "Channel 8" daxuyaniyeke zelalkirinê belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di hevpeyvînekê de kadroyekî partiyê îdiayên bêbingeh avêtine û gotiye ku çekên Amerîkî radestî Wezareta Navxweyî hatine kirin û li depoyên Hewlêrê ne.
Wezareta Navxwe di bersiva xwe de bi tundî ev îdiayan red kirin û got: "Ev axaftin hemû çêkirî û çewtekarî ne, ti bingeha wan nîne û ji rastiyê dûr in."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin kesên ku di rastiyê de ew çek birine, niha hewl didin bi van îdiayan raya giştî bixapînin û rastiyê veşêrin. Wezaretê hişyarî da ku: "Rojek dê were ku lêpirsîn bi wan re bê kirin."
Wezareta Navxwe ragihand, wek mafekî yasayî, ew ê li dijî "Channel 8" û mêvanê bernameyê dozê vekin û wiha got: "Divê ew li beramberî dadgehê ji bo van îdiayên xwe yên çewtekar belgeyan pêşkêş bikin. Heke nekarin îsbat bikin, divê baca belavkirina van tohmetên çêkirî bidin."