Tankereke Îranê dorpêça Amerîkayê şikand û gihîşt Îndonezyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "TankerTrackers" a ku çavdêriya tevgera keştiyan dike ragihand, tankereke mezin a Îranê dorpêça deryayî ya Amerîkayê şikandiye û bi barê xwe yê petrolê gihîştiye avên Îndonezyayê.

Malpera "TankerTrackers" îro 3ê Gulanê li ser hesabê xwe yê "X" aşkere kir, keştiyeke petrolê ya Îranê karîbûye ji çavdêriya hêzên deryayî yên Amerîkayê bireve û bi mîlyonan bermîl petrola xav bigihîne Îndonezyayê.

Li gorî zanyariyan, ev keştî ya Kompanyaya Neteweyî ya Petrola Îranê (NIOC) ye û ji celebê VLCC (keştiyên mezin ên petrolhilgir) e. Hat diyarkirin ku keştiya bi navê "HUGE", zêdetirî 1.9 mîlyon bermîl petrol bar kiriye ku nirxê wê nêzîkî 220 mîlyon dolarî tê texmînkirin.

Daneyên deryayî nîşan didin ku keştiya "HUGE" cara dawî berî heftiyekê li nêzîkî kênarên Srî Lankayê hatiye dîtin. Niha ev keştî di Tengava "Lombok" a Îndonezyayê re derbas dibe û ber bi giravên "Riau" ve diçe.

Hat aşkerekirin ku vê keştiyê ji 20ê Adarê ve, piştî ku ji Tengava "Melaka" derketiye, sîstema xwe ya nasîna otomatîk (AIS) girtiye. Ev wekî rêbazek tê dîtin ku keştî xwe ji rader û çavdêriya hêzên deryayî yên navdewletî, bi taybetî yên Amerîkayê, veşêre.

Rewşa Tengava Hurmizê û dorpêça Amerîkayê

Ev pêşhat di demekê de ye, parlamena Îranê ragihandiye ku ew kar li ser projeyasayekê dikin daku birêvebirina Tengava Hurmizê bi rêkûpêk bikin. Her çiqas Îran dibêje ew ê rêz li qanûnên navdewletî bigire, lê tekez kir ku tevgera keştiyan li Hurmizê wekî beriya şer namîne.

Piştî ku Îranê Tengava Hurmizê girt, Amerîkayê dorpêçeke tund a deryayî danî ser keştiyên Tehranê, daku rê li ber hinardekirina petrolê bigire û aboriya wî welatî lawaz bike.