Du salên din sê projeyên elektrîkê li Hewlêrê temam dibin

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka bargiraniya elektrîkê li Hewlêrê, peymaneke 100 milyar dînarî ji bo bicihanîna sê westgehên nû yên 132KV îmze kir.

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih peymanek ligel kompaniya "Hêro"yê ji bo bicihanîna sê projeyên westgehên 132KV li Şemamk, Heştî Hesarok û Tîmarê bi bihayê 100 milyar dînaran îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew her sê proje dê di dema du salan de bên bicihanîn û Wezîrê Elektrîkê amadebûna wezaretê xwe ji bo hemî piştgirî û hêsankariyan nîşan da.

Di merasîma îmzekirina wê peymanê de, Wezîrê Elektrîkê behsa girîngiya van her sê westgehan ji bo kêmkirina pirsgirêka bargiraniya elektrîkê li ser hejmarek ji taxên bajarê Hewlêrê û derdora wê kir. Daxwaz ji wê kompaniyê jî kir ku wê projeyê di dema diyarkirî de temam bike û pabendî dîzayn û kalitiya bilind a wê projeyê be.

Rêveberê Kompaniya Hêroyê Arî Zirarî jî ji aliyê xwe ve spasiya wezîr û tîma Wezareta Elektrîkê kir û soz da ku di dema xwe de ew her sê proje bi kalitiyeke bilind bên bicihanîn, ji ber ku ev proje bi xizmetkariya xelkî û sektorên pîşesazî û çandiniyê ve girêdayî ne.