Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Şêrwan Heyderî re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî ji malbat û kesûkarên Şêrwan Heyderî re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) peyameke sersaxiyê ji bo koça dawiyê ya kesatî û Wezîrê Berê yê Dadê yê Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî belav kir û tê de sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ji ber koça dawiyê ya kesatiyê naskirî yên Kurdistanê û Wezîrê berê yê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Seydayê Şêrwan Heyderî, wekî qanûnnas û kesatiyekî neteweperwer, di hemî post û erkên xwe yên cuda cuda de mînaka dilsozî û serheliyê bûye û xizmeteke mezin ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê