Îsal hejmareke projeyên avê tên temamkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Av û Avdêriyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku eger astengiyên darayî çê nebin, îsal projeyên avê yên Goptepe, Barzan û xeta Silêmanî-Dukanê tên temamkirin û dê bi dehan hezar welatî ji arêşeya kêmaviyê rizgar bibin.
Rêveberê Giştî yê Av û Avdêriyê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku ji bo havîna îsal li hemî rêveberiyan amadekarî hatiye kirin daku kêmtirîn arêşeya kêmaviyê rû bide.
Arî Ehmed da zanîn jî ku eger tu pirsgirêkên darayî neyên pêş, heta dawiya îsal Projeya Avê ya Goptepeyê dê bi dawî bibe ku ev proje dê arêşeya kêmaviyê li sînorê Çemçemalê û derdora wê bidawî bîne. Heta niha 35% ji karên vê projeyê temam bûne.
Rêveberê Giştî yê Av û Avdêriyê yê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku îsal Projeya Ava Barzanê jî dê bidawî bibe û bi vî rengî jî dê pirsgirêka kêmaviyê ya li 51 gundan bê çareserkirin.
Navbirî li ser projeya xeta sêyê ya ava Silêmanî-Dukanê jî eşkere kir ku ew proje niha di qonaxa dîzaynkirinê de ye û di paşerojeke nêz de dê bikeve di warê bicihanînê de.
Arî Ehmed herwesa got: “Têçûya wê zêdetir ji 423 milyon dolaran e û wek yek ji girîngtirîn projeyên jêrxaneya avê ya deverê tê dîtin. Armanca wê jî ew e ku arêşeya kêmaviyê ya wî bajarî ji bo zêdetir ji 30 salên bê bi temamî bê çareserkirin.”