Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend pirsên giring gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna rêzehevdîtinan ligel berpirsên pilebilind ên Iraqê, serdana Bexdayê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Duşemê (4ê Gulana 2026an) ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî ya durojî ber bi paytexta Iraqê Bexdayê ve bi rê ketiye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe de ligel serkirde û berpirsên herî bilind ên Iraqê bicive.
Di van hevdîtinan de, proseya siyasî ya Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ya federal, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din tên gotûbêjkirin.