Pêla bager û baranê li Bakurê Kurdistanê: Li Rihayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şepêleke bihêz a baran, bager û tezirê parêzgehên Bakurê Kurdistanê girtin bin bandora xwe. Di encamê de, li Rihayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û li herêmên cuda zêdetirî 40 kesî birîndar bûn.

Ji êvara duh 3ê Gulanê ve şepêleke tund a keşûhewayê parêzgehên Dîlok, Riha, Amed, Mêrdîn, Kilîs û Semsûrê girtiye bin bandora xwe. Ev rewşa xirab a keşûhewayê, bû sedema ziyanên canî û madî yên mezin.

Li Rihayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Rihayê ji ber barana zêde û bagerê, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên destpêkê, li seranserê herêmê ji ber ketina daran, rûxandina banên xaniyan û qezayên trafîkê, zêdetirî 40 kesî birîndar bûne û li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Minareya mizgeftekê rûxa

Li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê, ji ber bayê pir tund, minareya Mizgefta Navendî ya Mezrayê bi ser mizgeftê de rûxa. Dîmenên rûxandina minareyê ji aliyê welatiyan ve bi mobaylan hatin girtin. Her çend di vê bûyerê de kesek birîndar nebûbe jî, ziyaneke mezin gihîşt mizgeftê û avahiyên derdorê.

Li du bajaran dibistan hatin girtin

Ji ber metirsiya lehiyê û bagerê, li parêzgehên Dîlok û Rihayê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin. Herwiha ji bo karmendên jin ên ducanî û kesên xwedî pêdiviyên taybet (astengdar) destûra îdarî hat ragihandin.

Ziyanên madî û lehiyên li bajaran

Li Diyarbekir û Dîlokê ji ber barana zêde lehî rabûn û çûnûhatina trafîkê asteng bû. Li gelek deveran teyrokan ziyaneke mezin gihand wesayîtan, banên avahiyan û panelên enerjiya rojê. Tîmên AFAD û şaredariyan di rewşa amadebaşiyê de ne, da ku avê ji nav mal û kargehan derxin.

Hişyariya 26 parêzgehan

Rêveberiya Keşnasiyê ji bo 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya "koda zer û porteqalî" da. Parêzgaran jî daxwaz ji welatiyan kirin ku heta neçar nebin ji malên xwe dernekevin û bi taybetî ji ber metirsiya lehiyê, ji qeraxên çeman û rêrewayên avê dûr bikevin.