Qamişlo: Piştî buhabûna mazotê hejmarek nanxaneyan karê xwe rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê mazotê li herêma Cizîrê bi du qatan bilind kir, li bajarê Qamişlo hejmarek nanxaneyên taybet "Siyahî" ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê karê xwe rawestand.

Biryara nû ya Rêveberiya Sotemeniyê ya ji bo destnîşankirina nirxê mazotê bi sentên Amerîkî, bandoreke yekser li sektora nanpêjiyê kir. Li bajarê Qamişlo, hejmarek nanxaneyên taybet ên ku bi nanê "Siyahî" têne naskirin, ragihandin ku ji ber buhabûna sotemeniyê û keresteyên sereke, ew êdî nikarin karê xwe berdewam bikin.

Nirxê mazotê nêzîkî 4 qatan zêde bû

Li gorî lîsteya nû ya nirxan a ku ji aliyê Rêveberiya Sotemeniyê ve hat belavkirin, nirxê mazota ku ji bo nanxaneyên "Siyahî" dihat dayin ji 2050 Lîreyên Sûrî (L.S) derketiye 55 sentên Amerîkî (ku dike derdora 7600 L.S). Ev guhertin barê nanxaneyan giran kiriye û lêçûna sotemeniyê nêzîkî çar qatan zêde kiriye.

Gazinên xwediyên nanxaneyan: "Em ziyanê dikin"

Xwediyên nanxaneyan diyar dikin ku ne tenê mazot, lê belê hemû keresteyên din jî buha bûne. Li gorî zanyariyan, tona ardî ji 375 dolaran derketiye 400 dolarî û tona tûrikên vala ji 1800 dolarî bilind bûye bo 2400 dolarî.

Tevî vê buhabûna mezin, nirxê firotina tûrikê nan di 4000 L.S de hatiye girtin û ti guhertin tê de nehatiye kirin. Xwediyên nanxaneyan destnîşan dikin ku ev rewş ziyaneke mezin dighîne wan û ji ber vê yekê wan neçar mane deriyên xwe bigirin.

Lîsteya nirxên nû yên mazotê li Cizîrê

Nirxên nû yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo cureyên cuda yên mazotê hatine destnîşankirin wiha ne:

- Mazota çandiniyê: Ji 1300 L.S bû 25 sent (nêzîkî 3300 L.S).

- Mazota dezgeh û pîşesaziyê: Ji 2200-3050 L.S bû 55 sent (nêzîkî 7300 L.S).

Xelk li dijî buhabûnê di nava çalakiyan de ye

Buhabûna mazotê nerazîbûneke mezin di nava xelkê de çêkiriye. Duh li Qamişlo xwepêşandanek li dijî bilindbûna nirxên mazotê, elektrîkê û kelûpelên sereke yên jiyanê hat lidarxistin. Welatiyan daxwaz kir ku aliyên peywendîdar destwerdanê bikin, nirxan daxînin û barê aborî yê ser milê xelkê kêm bikin.