Ji Tevgera Apoyî di salvegera hilweşandina PKK’ê de daxuyanî: Divê gavên yasayî werin avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera yekem a biryara hilweşandina PKK’ê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê de, ji aliyê Rêveberiya Tevgera Apoyî ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civîna çapemeniyê de, ku endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû û endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta beşdar bûbûn, pêvajoya salekê ya piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Abdullah Ocalan dabû destpêkirin hat nirxandin û hat destnîşankirin ku divê ji bo çareseriyê gavên yasayî werin avêtin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê hate kirin, li ser banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an, PKK’ê di demeke kurt de kongreya xwe lidar xist û biryara hilweşandina xwe û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Hat diyarkirin ku tevgerê bêyî dudilî li gorî vê bangê tevgeriyaye û ji bo nîşandana îradeya çareseriyê jî, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat û koma ligel wê di 11’ê Tîrmeha 2025’an de çekên xwe şewitandine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevgerê ji bo çareseriya siyasî hemû gavên pêwîst avêtine; hêzên xwe yên çekdar kişandine derveyî sînorên Tirkiyeyê, hin mewziyên leşkerî vala kirine û rêveberên MÎT'ê yên dîl serbest berdane.
Tevî van gavan, daxuyanî balê dikişîne ser nêzîkatiya neyînî ya desthilatdariyê û got ku dewletê li hemberî van gavan erkên xwe yên qanûnî bicih neaniye. Herwiha got, desthilatdariyê û çapemeniya nêzî wê, ku li şûna amadekirina civakê ji bo aştiyê, hestên neyînî geş kirine.
Hat diyarkirin jî, ku Rapora Komîsyona Meclîsê rexmî kêmasiyên xwe wekî gaveke erênî hatibû dîtin, lê desthilatdariyê heta niha ew rapor nexistiye pratîkê û ev yek jî nîşaneya nebûna îradeyeke samîmî ye.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku Abdullah Ocalan bi banga 27’ê Sibata 2025’an serdemeke nû daye destpêkirin û dixwaze kêşeya sed salî bi "Entegrasyona Demokratîk" çareser bike. Lê belê, ji bo ku Ocalan rola xwe ya "Sermuzakerevan" bi cih bîne, divê statuya wî ya qanûnî û siyasî bi fermî were naskirin û zemînekî hiqûqî ji bo xebata wî were afirandin.