Li Akrê di berhemanîna birinc de rekoreke nû tê çaverêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê ragihand, ji ber barîna têr a baranê, îsal rûberê çandina birinc li herêmê zêde bûye û tê çaverêkirin ku berhemeke baş were bidestxistin.

Rêveberê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa, îro 5ê Gulanê ji Kurdistan24ê re got: "Di salên borî de nêzîkî 12 hezar û 500 donim zevî bi birinc dihatin çandin. Lê belê îsal tenê li devera Akrê, em pêşbînî dikin ku ev rûber di navbera 9 hezar û 14 hezar û 500 doniman de be. Ev ji bo herêma me asteke rekor e."

Li herêma Akrê cureyên herî bi kalîte û nayab ên birincê têne çandin ku li bazaran daxwazeke mezin li ser wan heye. Cureyên sereke jî, Sêmehî û Pêncmehî, Sedrî ya bihnxweş û Tehaluf in.

Mistefa destnîşan kir, carinan ji ber hişkesaliyê guhertin di dema çandinê de çêdibin, lê îsal amadekariyên cotkaran di asteke bilind de ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya plana xurtkirina berhema navxweyî de, hêsankariyên mezin ji bo cotkaran dike. Armanca sereke ew e ku birincê Akrê ne tenê li bazarên Iraqê, lê belê hinardeyî bazarên Ewropa û Amerîkayê jî were kirin.

Ev pêngava hikûmetê wekî beşek ji stratejiya dîtina bazarên nû ji bo berhemên Kurdistanê yên ku ji pêdiviya navxweyî zêdetir in, tê nirxandin.