Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezelî proseya avakirina hikûmeta nû gotûbêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq Qeys Xezelî re civiya.
 
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî ya welat, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya federe, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û bandor û encamên wê li ser Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
 
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya têgihîştina hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan û berdewamiya harîkariya navbera hêzên siyasî kirin, ji bo derbaskirina astengiyan di berjewendiya bilind a welat û tevahiya pêkhateyên wê de.