DEM Partî daxwaza lezandina derxistina qanûneke taybet bo pêvajoya çareseriyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê daxwazê ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dike ku ji bo pêvajoya çareseriyê di nava hefteyekê de qanûneke taybet li parlamentoyê bê pejirandina û şertê karkriina azad ji bo Ocalan bê peydakirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) ragihand: "Pêvajoya misogerkirin û piştrastkirina danana çekan, ku desthilat behsa wê dike, nabe di rêya derxistina qanûnê de bibe astengî. Aştî wekî tov e û zeviya wê jî qanûn e. Hûn dibêjin 'werin xebata siyasî bikin', lê gelo çi qanûn û çi garantî heye?”
Tuncer Bakirhan herwesa got: “Em daxwazê ji Serokê Parlamentoyê dikin ku qanûneke taybet pêşkêşî parlamentoyê bike û di nava hefteyekê de bê pejirandin. Herwesa divê şertê karkriina azad ji bo Ocalan bê peydakirin."
Navbirî amaje jî da: “Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava şer û aloziya aborî de ye, baştirîn rê ji bo Tirkiyeyê ew e ku dostaniya dîrokî ya Kurd û Tirkan bike bingeh, ne ku bi danana qeyûman û cezakirina şaredaran bawerî û ruha pêvajoyê ji holê rake.
Hevserokê DEM Partiyê tekez jî kir: “Ji bo ku ev derfet careke din ji dest neçe, em daxwaza pêkanîna 'Komîteya Şopandin û Çavdêriya Aşitiyê' dikin û em îmzeyê li ser wê çarçoveyê jî dikin, ku Devlet Bahçeli ji bo diyarkirina pêgeha qanûnî û pêngavên destûrî pêşkêş kiriye.
Li vê dawiyê nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê û çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê careke din di rojevê de ne. Ji bo pêşîgirtina li aloziyên siyasî û ewlehiyê, aliyên siyasî yên Kurdan tekezê li ser pêdivîtiya garantiyên qanûnî û destûrî dikin, daku ew pêvajo bi awayekî cidî û herdemî pêş bikeve.