Guhdar Şêxo: Ji bo projeyên Batîfayê 3 milyar dînar hatin veqetandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ragihand, li qezaya Batîfayê projeyên xizmetguzariyê bi lez berdewam dikin û nêzîkî 3 milyar dînar ji bo geşepêdana navçeyê hatine terxan xerkirin.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 7ê Gulanê serdana qezaya Batîfayê kir û ligel rayedarên herêmî civiya. Şêxo di daxuyaniyekê de diyar kir, piraniya projeyên xizmetguzariyê yên li sînorê qezayê ber bi dawiyê ve diçin.
Yek ji projeyan, Nexweşxaneya Batîfayê ye. Guhdar Şêxo piştî serdana projeyê got: "Karên nexweşxaneyê gihîştine qonaxeke pir baş. Em plan dikin ku di 21ê Îlonê de, di salvegera damezirandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, vê nexweşxaneyê vekin û bixin xizmeta gel."
Şêxo herwiha bal kişand ser parastina xwezaya Batîfayê û got: "Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, em giringiyeke taybet didin parastina jîngehê û rêgirtina li zêdegaviyan, ji ber ku Batîfa yek ji navendên herî bedew ên geştiyariyê ye li Kurdistanê."
Ji ber barana zêde ya îsal ku li herêmê gihîştibû 1300 mîlîmetreyan, zirar gihîştibû rêyên hinek gundan. Şêxo aşkere kir ku lîjneyên wan dest bi xebatê kirine û di nava 20 rojan de dê hemû rêyên xerabûyî werin çêkirin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Serperiştyarê Zaxoyê nûçeya pesendkirina "Masterplana Batîfayê" ji aliyê Encûmena Wezîran ve da. Ev yek dê bibe sedem ku navçe bi şêweyekî zanistî û nûjen geş bibe. Her wiha projeya "Solar" (enerjiya rojê) ji bo berhemandina elektrîkê jî di nav planên nû de ye.
Guhdar Şêxo di dawiyê de tekez kir, hikûmet piştevaniya ciwanên herêmê dike da ku di sektorên geştiyarî û xwaringehan de, bibin xwedî kar û karibin xizmeta aboriya navçeya xwe bikin.