IEA: Şerê Îranê heta 2030ê gefan li dabînkirina gazê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) ragihand ku şerê Îranê dest bi guhertina pêşbîniyên bazara gazê ji bo dema navîn kiriye, bi awayekî tê pêşbînîkirin ku di navbera salên 2026 heta 2030ê de cîhan nêzîkî 120 milyar metreyên sêcarkî ji dabînkirina Gaza Xwezayî ya Şilkiri (LNG) ji dest bide.

Şirovekerê Karûbarên Gazê li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê Gergely Molnar îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) di dema tevlîbûna xwe ya di "Lûtkeya Gaza Xwezayî ya Şilkiri ya Budapestê" de amaje bi wê yekê kir ku ji ber encamên şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, îhtîmal wê yekê heye ku kêmiya dabînkirina gazê di bazaran de ji bo demeke dirêjtir ji ya ku berê dihat texmînkirin berdewam bike.

Wî berpirsê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê diyar jî kir ku alozî û pirsgirêkên niha bi awayekî kiryarkî bandor li ser asoyên bazara cîhanî ya gazê çê kiriye. Ev yek jî di demekê de ye ku zextên li ser zincîreyên dabînkirinê berdewam in û pêşkeftina şiyana berhemanîna enerjiyê jî ber bi sistbûnê ve çûye.

Ev daxuyanî jî di demekê de ne ku Tengava Hurmizê, wekî şahdemara veguhastina petrol û gaza cîhanê, aloziyeke bêmînak bi xwe ve dîtiye. Ev nebûna seqamgiriya jî piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê di 28ê Sibata borî de dest pê kiriye û bandoreke rasterast li ser bazarên enerjiyê li seranserê cîhanê çê kiriye.