Amerîkayê hejmareke welatiyên Iraqî bi tohmeta hevkariya Îranê xist lîsteya cezayan

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya tundkirina zextên xwe yên li ser Tehranê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê pakêteke nû ya cezayan li ser tora qaçaxçîtiya petrolê û piştgirîkirina terorê li Iraqê sepand. Ew ceza Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Elî Mearîc Behadilî û sê serkirdeyên bilind ên milîsên Esayîb Ehlil Heq û Ketaîb Seyidulşuheda vedigirin, ku bi rêya bikaranîna post û bandorên xwe samanê petrolê yê Iraqê ji bo xizmeta berjewendiyên Îranê bi kar aniye.

Nivîsîngeha Kontrolkirina Serwet û Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) pakêteke nû ya cezayên aborî li ser hejmareke berpirsên hikûmî yên Iraqê û serkirdeyên milîsên çekdar sepand, bi tohmeta bikaranîna sektora petrolê ya Iraqê û têkdana seqamgiriya wî welatî.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê de hatiye, ku yek ji kesatiyên herî diyar ên ku ew ceza li wan hatine birîn Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Elî Mearîc Behadilî ye. Ew tê tohmetbarkirin ku posta xwe ya hikûmî ji bo hêsankariya qaçaxçîtiya petrola Iraqê bi kar aniye, bi armanca dabînkirina dahatê ji bo Îranê û milîsên wê yên li nav Iraqê.

Wezareta navbirî eşkere jî kir ku ew ceza herwesa sê serkirdeyên bilind ên her du komên çekdar Esayîb Ehlil Heq û Ketaîb Seyidulşuheda jî vedigirin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî ji aliyê xwe ve ragihand: "Îran wan samanan talan dike yên ku mafên rewa yên gelê Iraqê ne." Hişyarî jî da: "Wezareta Xezîneyê dê bêdeng nemîne, di demekê de ku artêşa Îranê sektora petrolê ya Iraqê ji bo piştgiriya darayî ya terorê li dijî Amerîka û hevalbendên me bi kar tîne."

Li gorî zanyarên wê wezaretê, Elî Mearîc Behadilî ji sala 2018ê ve di gelek postên hestyar de (wek Serokê Lijneya Petrol û Gazê li Parlamentoyê, Serokê Nivîsîngeha Destûrdanê û heta Wezîrê Petrolê bi wekalet) ji bo berjewendiya Selîm Ehmed Seîd kar kiriye, ku qaçaxçiyekî naskirî yê petrolê ye û ser bi Îranê ve ye.

Her wê wezaretê tekez jî kiriye ku Mearîc tê tohmetbarkirin ku belgeyên sexte ji bo kompaniyên Seîd derxistine, wekî kompaniya “VS Oil”ê, ku her rojê bi bihayê çend mîlyon dolaran petrol ji zeviya Geyareyê bo Xur Zubêrê veguhastiye û li wê derê petrola Îranê bi navê petrola Iraqê firotiye sûkên cîhanê. Wî ev yek jî li beranberî wergirtina bertîlan û piştevaniya siyasî kiriye.

Bikaranîna sektora petrolê ji aliyê milîsan ve

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere jî kir ku wan cezayan Mistefa Haşim Lazim Behadilî yê naskirî bi Seyid Ewn jî vegirtiye, ku berpirsekî bilind ê darayî yê Esayîb Ehlil Heq e. Wî ji sala 2011ê ve sîstemeke aloz ji bo qaçaxçîtiya petrolê û kontrolkirina pîşesaziya kanzayan li başûrê Iraqê ava kiriye.

Wezaretê navbirî eşkere jî kiriye ku Seyid Ewn peymanên hikûmî ji bo peydakirina dahatê ji bo milşan bi kar anîne, tevî hebûna peywendiya wî ya rasterast bi Feyleqa Qudsê ya Artêşa Pasdaran a Îranê re. ji ber vê yekê, ew her çar kompanî xistine lîsteya cezayan.

Dabînkirina darayî ji bo Hizbulaha Libnanê

Amerîkayê di pareke din a wê daxuyaniyê de ceza li ser Ehmed Xuzeyir Meqsûs û Mihemed Îsa Kazim Şiwêlî - Ebû Meryem sepandine, ku du serkirdeyên bilind ên Ketaîb Seyidulşuheda ne.

Li gorî zanyaran, Şiwêlî tê tohmetbarkirin ku ji sala 2025ê ve bi awayekî rasterast hevahengî ligel torên darayî yên Hizbulaha Libnanê kiriye û bi mîlyonan dolar ji bo kirîn û veguhastina çekan ji bo nav axa Iraqê terxan kirine.

Ev yek di demekê de ye ku Amerîkayê koma Esayîb Ehlil Heq di sala 2020ê de û Ketaîb Seyidulşuheda di navbera salên 2023 heta 2025ê de ji aliyê ve xistibûn nava lîsteya rêxistinên terorîstî yên cîhanî.