Şaredariyên Hewlêrê: Pêvajoya parvekirina erdên fermanberan tê lezandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê amaje bi wê yekê dike ku ji ber aloziyên deverê, karên pêvajoya parvekirina parçeyên erdê yên fermanberan sekinîbûn, lê careke din tê destpêkirin.
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê Merîwan Hakim îro (În, 08ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Pêvajoya parvekirina parçeyên erdê yên fermanberan tê lezandin û birêvebirina karan tê lezandin."
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê diyar jî kir ku ji ber ku di heyama borî de alozî li deverê hebûn, pêvajoya parvekirina parçeyên erdê sekinîbû, lê niha karkirin hatiye destpêkirin û di demeke nêzîk de ew pêvajo dê bi rê ve biçe.
Heta niha di sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê de 15 qonaxên parvekirina parçeyên erdê hatine derbazkirin.
Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li roja 27ê Adara 2024ê, di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, biryar hatibû dayîn ku parçeyên erdê li ser hemî fermanberên ku berê wernegirtibûn bên parvekirin.
Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqayîhê ya Kurdistanê de hatibû belavkirin.