Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Stenbolê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê û biryar e bi Serokkomarê wî welatî û çend berpirsên payebilind re bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Stenbolê.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koşka Dolmabahçeyê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bicive. Her wiha di bernameya serdanê de hevdîtin ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên payebilind ên wî welatî jî hene.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînan de, ji bilî gotûbêjkirina li ser pêşxistina peywendiyên dualî, dê guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û herêmê jî bi hûrî werin nirxandin.