Karsaz: Bi girtina Hurmizê re, qada tekstîlê li Diyarbekirê vejiya

Diyarbekir (K24) – Ji ber şerê Îranê û girtina piraniya rêyên Rojhilata Navîn û Asyayê yên ber bi Ewropayê ve, welatên Ewropayê yên ku berê dezî û ben ji Misir û Bangladeşê dianîn, niha berê xwe dane Diyarbekirê. Di 72 kargehên bajêr de daxwaza li ser berheman ji sedî 100 zêde bûye û ev sektor bi temamî vejiyaye. Ev yek di demekê de ye ku beriya şer ji ber nebûna daxwazê، gelek kargeh nîv-girtî bûn û plana wan hebû ku bi yekcarî deriyên xwe bigirin.

Di salên dawî de ji ber ku lêçûnên wek kehrebe û sotemeniyê zêde dibun û kêmtirîn mûçe jî ji bo kompaniyên gewre dibû bar, kompaniyên gewre yên tekstîlê ji Diyarbekirê berê xwe didan welatên wek Misrê. Ji ber ku karker li Misrê bi muçeyek kêmtir kar dikirin bo kompaniyan wek qadeke guncav dihate dîtin lê ev yek heta Şerê Îranê  dom kir ku piştî şerê Îranê kompaniyan careke din berê xwe dan xeteke bi ewle û qada tekstîlê careke din li Diyarbekirê vejiya. Karsazên bi salane karê tekstîlê dikin balê dikêşin ku hem derdora Tirkiyeyê nav agir de ye hem jî Tirkiyeyê bi pêvajoya çareseriyê kariye aramiyê pêk bîne û xwe ji wî agirî biparêze ku Tirkiyeyê kariye bibe bêndera bi ewle.

Karsaz Îhsan Ûgûrlû dibêje: “Piştî ku Hurmiz hat girtin ev 3 meh in karê tekstîlê li Diyarbekir careke din zêde bû û her wiha niha li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê jî heye ku aştî bo karê me dibe derman. Welatên Ewropayê berhemên qada tekstîlê dixwazin, lê dixwazin ku ew berhem di mehekê de bigihîje destê wan ku niha ji Rojhilata Navîn berhem radiwestin û ne diyar e ku kengê bigihîjin û li gel vê yekê jî Tirkiye welatek bi ewle ye.”

Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya tekstîlê ya Diyarbekirê, 4 hezar kes kar dikin ku herêm bi awayeke wisa hatiye avakirin ku têra 20 hezar kesan kar heye. Berpirsên kargehan didin zanîn ku derfet werin dayîn qada tekstîlê li Diyarbekirê dikare pêşketinek baş bi dest bixe.

Berporsa Kargeha Tekstîlê Mulkiye Ûgûrlû got: “Em ji bo gelek welatên Ewropayê berhemên xwe dişinin, di demên dawî de karê me gelek zêde buye ku ev yek dibe wesîle welatiyên me kar peyda bikin û bişixulin û dema em bo wan dibin deriyê debarê em jî pê keyfxweş dibin.”

Karsaz balê dikêşin ku rewşa derketî holê erênî ye, lê demkî ye ku bo mayîndebûnê divê dewlet piştgiriya darayî bide qada tekstîlê.