Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulana 2026an li Qesra "Dolmabahçeyê" ya li bajarê Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. 

Di civînê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Stenbolê bi awayekî cuda bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serê sibehê bi serdaneke fermî gihîştibû bajarê Stenbolê û biryar e ku bi wezîrên derve, berevanî, enerjiyê û hejmarek ji berpirsên din ên pilebilind ên Tirkiyeyê re jî bicive.