Mesrûr Barzanî û Yaşar Guler tekezî li ser bidawîanîna aloziyên navçeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê guhertin û geşedanên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotubêj kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, li bajarê Stenbolê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û bidawîanîna alozî û girjiyên li navçeyê kirin.