Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê peywendiyên di warê enerjî û çavkaniyên siruştî de gotubêj kirin û tekezî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya navbera xwe kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, li bajarê Stenbolê bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civiya.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de derbarê geşepêdana peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê yên di warê enerjî û çavkaniyên siruştî de gotûbêj hatin kirin.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di warên bazirganî, petrol, enerjî û elektrîkê de kirin.