Wall Street Journal: Îsraîlê bingeheke nihênî li biyabanên Iraqê damezrandiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Wall Street Journal"ê ya Amerîkayî belav kir ku Îsraîlê bingeheke leşkerî ya nihênî di nava kûrahiya biyabanên Iraqê de çê kiriye, ev yek jî bi merema piştgirîkirina wî şerê ku di 28ê Sibata 2026ê de li dijî Îranê hatiye destpêkirin.
Li gorî wê raportê ku pişta xwe bi daxuyaniyên berpirsên Amerîkayî girê dide, Îsraîlê ev bingeha xwe ji bo piştgirîkirina êrişên asmanî yên li dijî Îranê bi kar aniye. Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku hêzên Îsraîlî êrişên asmanî birine ser hêzên Iraqî, dema ku ew nêzîkî bingeha nihênî bûne.
Di pareke din a wê raportê de hatiye; di 4ê Adara 2026ê de, zanyarên dijhev li ser pêvajoyeke daxistina asmanî li deverên biyabanî yên di navbera Kerbela û Necefê de hatin belavkirin. Ev yek piştî wê hat ku hêzeke Iraqî di dema erkeke çavdêriyê de hatibû bombebarankirin û di encamê de çekdarek hatibû kuştin û du yên din jî birîndar bûbûn, bêyî ku aliyê berpirsyar bi rengekî fermî bê eşkerekirin.
Di demekê de ku hin aliyên ewlehiyê û parlamenteran behsa kirina operasyonê ji aliyê hêzên Amerîkayî ve dikir, lê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê di daxuyaniya xwe de amaje bi tu hêzeke asmanî nekir û tu aliyek bi bombebarankirina hêzên Iraqî tohmetbar nekir.
Ew devera ku ew buyer lê hatiye tomarkirin, wekî devereke erdnîgarî ya aloz û bizehmet tê hesibandin ku dolên kûr ên wekî Dola Ebyezê, Dola Fiyaziyeyê û Dola Hebariyeyê vedigire.