Li nêzîkî Qeterê êrişî keştiyeke Brîtanyayê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî yên Brîtanyayê belav kir ku li nêzîkî avên Qeterê êrişî ser keştiyeke wan a barhilgir hatiye kirin û di encamê de tu zirarên canî çê nebûye.
Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî yên Brîtanyayê (UKMTO) îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye diyarkirin ku kaptinê keştiyeke barhilgir ew haydar kirine ku ji dûriya 23 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê Dohaya paytexta Qeterê bi "tiştekî nenas" hatine hinkaftin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye behskirin ku ji ber wê êrişê agirekî biçûk di keştiyê de derketiye û piştre hatiye vemirandin. Herwesa hatiye ronkirin ku wê rûdanê tu zirarên canî û bandorên jîngehî li pey xwe nehiştine.
Desteya navbirî li dawiyê jî daxwaz ji hemî keştiyan kir ku bi baldarî bên û biçin û her tevgereke biguman hebe wan haydar bikin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku desthilatdaran dest bi lêkolînên li ser wê rûdanê kiriye.
Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî yên Brîtanyayê (UKMTO) dezgeheke girêdayî Hêza Deryayî ya Şahane ya Brîtanyayê ye. Erkê sereke yê vê desteyê çavdêrîkirina ewlehiya deryayî û dabînkirina zanyaran ji bo keştiyên bazirganî li deverên Rojhilata Navîn, Kendav û Deryaya Sor e.
Di çend heftiyên borî de, ji ber hevrikî û aloziyên deverê, gelek caran keştiyên bazirganî di rêyên avî de bûne armanca êrişan.